Li Nisêbînê 5 sivîlên hatine qetilkirin dêbên oxirkirin
11:54
JINHA
MÊRDÎN - Gelê Nisêbînê cenazeyê 5 şehîdên xwe yên di encama êrîşên polîsan de jiyana xwe ji dest dan, oxir dike.
Gelê Nisêbînê bi armanca tevlêbûna merasîma cenazeyên Mehmet Emîn Înan, Cudî Teber, Fehîme Aktı, Hakan Dogan û Mahsûn Akdogan di seatên sibê de ber bi Qada Newrozê ve diherike. Ji bo cenazeyên ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin wergirtin dê li Qada Newrozê merasîm bê lidarxistin. Cenaze piştî merasîma li vir dê bi meşekê bibin goristanên Hacilar û Morîz û li wir bên definkirin.
Girseya li benda cenazeyan dirûşmeyên "Bijî berxwedana Mêrdînê", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goritan", "Tolhildan tolhildan" û "Şehîd namirin" berz dikin û êrîşên dewletê şermezar dike.
Herikîna bi sedan kesan a ber bi qadê ve berdewam dike.
(ekîb/zt)