Ji 16 Dayîkên Aştiyê yên li Surê bûne mertalên zindî peyam heye
12:20
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Di nava berxwedana dibin dorpêça Surê ya 9 rojin berdewam dike de 16 Dayîkên Aştiyê yên li gel hemû mudaxeleyan jî Surê naterikînin hene. 16 dayîkan gotin: "Me dayîkan her dem li ber xwe daye û emê her dem berxwedanê berdewam bikin. Me û Surê tenê nehêlin. Deng û alîkariyê bidin berxwedana me."
Dorpêç û qedexeya ser navçeya Sura Amedê di roja 9'an de berdewam dike. Di nava berxwedan dibin dorpêçê de 3 welatiyan jiyana xwe jidest dane. 28 birîndar jî hîna ji ber dorpêçê nikarin bigihin nexweşxanê. Gelê Amedê jî ji bo rakirina dorpêçê hemû awayê çalakiyan diceribînin. Di roja despêkê ya êrîşan de 16 Dayîkên Aştiyê weke mertalên zindî çune Surê. Dayîkên Aştiyê yên ku 9 rojin şahidî ji gelek tiştên hatine jiyan kirin re kirine ji JINHA yê re axivîn. Dayîkan gotin: "Em 9 rojin li vêderê ne. Me li vêderê şahidiya hemû polîtîkayên dewletê yên qirêj kirin. Li vêderê gel heye, dewlet vî gelî tine dihesibîne û êrîş dike. Emê dayîk heya nefesa xwe ya dawiyê Surê bernedin."
'9 rojin dengê bomba û çekan kêm nebûye'
Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Emine Ozbek diyar kir ku wan her dem ji bo aştiyê tekoşîn kiriye û wiha domand: "Em şer naxwazin. Ev 9 rojin em li vêderê ne, bi rojane ser serê vî gelî tang, top û çek kêm nebûne. Kes nikarin ji malên xwe derkevin. Gel mafê xwe yê herî rewa bikartînin dest bi meşê dikin, lê ji bo wê jî desturê nadin. Ciwanek me hedef girtin û giran birîndar kirin. Me ticarî ev ne pejirandiye û emê ne pejirînin. Wan bi hezaran mirov qetilkirine, wihdakirine û dane girtin. Ew ji van hemû qirkirinan çî bidest xistin, hun hîna doza çî li me dikin."
'Ji qirkirinên li vêderê bên jiyîn bêdeng berpirsiyarin'
Emine bilêv kir ku hîna qedexeya derketina kolanan li Surê îlan nekirî ew çune li wê dest bi nobetê kirine û wiha berdewam kir: "Me dayîkan ji hemû tiştên li vêderê tên jiyîn re şahidî kir. Dewlet bi topan, helîkopeteran û çekên giran êrîşî Surê dike. Kurşunlu Cami jî bombabaran kir û kirin situyê ciwanan de, lê dewletê bi xwe kiriye. Êdî bese bila hemû cîhan vê qirkirina li vêderê tê kirin bibihîsin. Bila kes çav û guhên xwe negirin li hember tiştên li vêderê tên jiyandin bêdeng nemînin. Ji qirkirinên li vêderê bên jiyankirin bêdeng berpirsin."
'Deng û alîkariyê bidin berxwedana me'
Emin anî ziman ku piştî bombakirina Kurşunlu Camiyê êdî hemû deverên dîrokî hedef girtine û wiha dom kir: "Em êdî nizanin çî bêjin. Tu dibêjê 'misilmanî' wezan dikê û dibêjê 'mirovahî' lê ti ji van tu bi xwe nayînê cîh. Tu dê çawan hesabê şewata camiyan û pirtûkên pîroz bidê. Ev ne mirovbûne. Ger tu me napejirînê ji nava me derkeve here. Kurd bi van êrîşan naqede û ticarî gav paşde na avêje. Em 16 dayîk li vêderê tiştên ku me jê re şahidî kirî bi rêya ew em dixwazin bigihînin jiderve. Bila êdî kes di mala xwe de nerunin û dakevin qadan. Her çiqas dorpêç zêde bibe dê qirkirinên li vêderê jî wiha mezin bibe. Tiştên li vêderê tên jiyandin sibê yên bêdeng nikarin hesabê wê bidin. Hîna hîn zêdetir qirkirin nehatî jiyankirin bila her kes dengê xwe derxînin."
16 dayîka herî dawî gotin: "Me dayîkan her dem li ber xwe daye û emê li ber xwe bidin. Me û Surê bi tenê nehêlin. Deng û alîkariyê bidin berxwedana me."
(zt)