Ser girseya ber bi Surê ve dimeşe êrîş
12:27
JINHA
AMED - Girseya ku xwestin li hember dorpêçê ber bi Surê ve bimeşin ser Cadeya Sentoyê rastî êrîşa polîsan hat. Li gel êrîşan jî girse di nava kolanan de meşa xwe berdewam dike.
Li hember dorpêça 9 rojin ser navçeya Sura Amedê berdewam dike bi hezaran welatî li ber navçeya Peyasa Amedê kombûn û dest bi meşê kirin. Girseya ku bi diruşmên "Bijî berxwedana Surê" despêkir her diçe mezin dibe. Li ser Cadeya Sento ya Rezanê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxeleyî girseyê kir. Li gel mudaxeleyê jî girse di nava kolanan de meşa xwe berdewam dike.
Li gelek deverên taxa Rezan ciwanan parastina cewherî avakirin û bersiv didin polîsan.
(zt)