Li Nisêbînê çinarek: Adule ji aliyê rastê birîndare lê yê esasî birîna dile
12:37
Zehra Dogan /JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê dorpêça 5. bi çanda xwe yê berxwedanê hat şikandin. Dema ku em çîrokê her mirovek li vir guhdar dikin, hîn bêhtir em wete didin bûyerên îro. Adule Kiliç (85) di salên 1990'an de bi guleyê polîsan birîndar dibe û 7 zarokên xwe bi gotinê wê 'têkoşîna rûmetê de wenda kiriye. Adule dibêje, "Birîna herî bingehîn di sînga min a çepê de ye, lê tevî birînên xwe em hînê berxwedanê bûn."
Ji bajarên herî kevnar ên Mezopotamyaya jorîn Nisêbîna Mêrdînê ye. Li hemberî êrîşên herî giran gel berxwedanek dîrokî raber dike. Li gel Suryaniyan navê Nisêbînê Nasîbîna-Sarbo, gel Ereban Nasîbeyn tê gotin. Dema ku mirov li dîroka vî bajarî dinêre, di rastiyê de ev bajarê kevnar çiqas car rastî êrîşê dewlet û împaratoriyan hatiye mirov dibîne. Bi avakirina sînorên netew-dewlet jî nekarîn berxwedana vî gelî biçewsînin. Serhildan û berxwedana salê 1990'an buye mînak di dîroka kurdan de.
'Bi tenê serê xwe bûye mînakê berxwedanê'
Adule Kiliç yek jinên kurd ê berxwedêre û bi berdêlên giran navê xwe li dîrokê neqişandiye. Adule di serhildanan de 7 zarok û neviyên xwe fedayê vê riyê kiriye û ji sînga xwe yê rastê birîndar bûye. Adule yê ku 7 kur û du keça xwe wenda kiriye, niha li taxên ku xendek lê hatî avakirin di mala xwe de li hember hemî êrîşan serî hildide. Li pişt her barîqatên ku bi kevirê parkê hatine avakirin û kolanên bi branda hatine girtin jiyanek tê jîn. Yek ji van pêşenga jinên kurd û dîroka zindî dayîka Adulê ye. Dema ku me pirsa zarok û jiyana wê kir bi qîrînek zirav wiha got, "Wan ji min nepirsin, dê carek din werin bîra min." Dayîk Adule bi girî dest bi peyvandinê dike û qala têkoşîn û kurê xwe yê mezin Eyûp Kiliç yê ku tevlî refê PKK'ê dibe û piştre behsa Bedrettîn, Mûlkiye, Alî, Aşîkar û Vasfî yên ku xwe fedayî vê riyê kirine kir. Em ji devê Adulê çîroka jiyanê û zarokên wê guhdar bikin:
'Li ber çavên min kurê min qetil kirin'
"Ez çi bêjim, bûyerên ku min jiyan kiriye hîna weke birînek li ser sîngê min a rastê disekine. Di sala 1986'an de dema kurê min Eyûp beşdarî PKK'ê bû, wan deman Hîzbullah xwe li vir bi rêxistin kiribûn. Kurê min Bedrettîn jî di oxirê vê têkoşînê de cihek xwe girîng girt. Rojek ez û kurê xwe dema dihatin malê, bi yek carê ve Hîzbullah yanî kontra derketin pêşbirê me û gule reşandin me. Kurê min girtibûn hedefê, min xwe avêt pêşiyê wî. Hêzê min têra nekir çekê ji dest wan bistînim, vê carê gule reşandin min û ez ji sîngê xwe yê rastê birîndar bûm. Kurê min li ber çavê min can dida. Min xwîna wî li rûyê xwe dida û digot Hawaaar. Lê kes tunebû. Min hişê xwe wenda kir. Dema min çavê xwe vekir ez li nexweşxaneya Amedê bûm û di ser bûyerê re 25 roj borî bû. Kes cenazeyê kurê min ranekiribû, cardin ji aliyê Hizbullayan ve cenaze hatibû wenda kirin. Hevjînê min jî li ser vê bûyerê hîn ez li nexweşxanê bûm ji qehran re jiyana xwe ji dest da. Destûr nedabûn ku em cenazeyê hevjînê xwe jî bispêrin axê. Cîranên me bi veşartî çûn û veşartin.
Ne bi birînê guleyê bi birîn û janê dilê xwe ketim rê
Êdî dem hatibû ku em ji Nisêbînê derkevin, bi zorê me kirin maxdurê koçberiyê û derxistin. Ne hêştin em tiştek ji malê bigrin, bûka min tevî zarokê xwe lihêfek û hindek firaq girt û bi zorê xwe gihandin Amedê. Ji wir jî em bi dizî li otobûsê siwarbûn û me berê xwe da Stenbolê. Ne bi birînê guleyê bi birîn û janê dilê xwe ketim rê.
Dema em gihêştin Stenbolê me dît ku mirov bi zimanê me napeyivin û em ji hev fêm nakin. Min xwast zarokên xwe ji bajara mezin biparêzim. Bi êşên mezin di nava bi milyonan mirovan de wenda bibûm. Bi alîkaryê xizmek xwe em derbasî malek xirab bûn. 4 roj em birçî û têhin man. Herî dawî min dest bi kirê kir û zarokên min ên bi çûk ketin ber kar. Wê demê bê wîjdaniya bajarê mezin nav rûyê me ket.
Û werîna pelê payîzê despêkir...
Keça min Mûlkiye her dem Quranê dixwend û serê xwe digirt, rojek hat malê û got 'evana îmanê bi xwînê paqijdikin' û şerba serê xwe avêt, piştre jî berê xwe da çiyê. Piştî sal borîn min bihîst ku li Îranê şehît ketiye. Cenazeyê wê li Îranê veşartine. Piştre kurê min Alî di riyê xuşka xwe de çû û piştî salek min agahiyê şehadeta wî girt. Piştre kurê min Aşîkar û Vasfî çû, kurek min jî, ji ber qedexeya siyasî li Rusya yê ye...
'Îşkenceyên giran li kurê min kirin'
Kurê min Eyûp di sala 2001'an de hat girtin û îşkenceyê giran lêkirin. Dema çûm ziyaretê min wî nasnekiribû. Min qîr kir, ji min re got 'eger cerek din tunê bigrî neyê dîtina min'. Ji wê rojê de ez li ba wî negiriyame. Her dem tê surgun kirin, bi çend quruşên di berîka xwede diçim ba wî. Kurek min jî ji ber bûyerên hatî jiyan kirin hişê xwe wenda kir. Minê gotiba ez tevî du kur û bûkên xwe mame lê neviyên min jî bûn rêwiyê vî riyê. Bêrîkirina ax bi me zehmet hat, me tehmûl nekir. Gotin dê aştî pêk were me bawer nekir, derewe. Niha sewalê kurê min li taxa Firatê kuştine. Demê borî zehmet bû lê eger hûn ji min bipirsin ez ê ji were bêjim ev roj girantir û hîn xirabtire...
(rc)