Parlementer li Walîtiyê welatî li Deriyê Rihayê runiştine

13:56

JINHA

AMED - Wekîlên HDP'ê yên ji bo qedexeya derketina kolanan a li Surê berdewam dike rakin bi Walî re hevdîtin kirin ji ber ku bersivekî şênber negirtin li ber walîtiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Welatiyên ber bi Surê ve dimeşin jî li Deriyê Ruhayê hemberî barîqatan dest bi çalakiya runiştinê kirin.

Parlementerên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca û Sîbel Yîgîtalp ji bo qedexeya derketina kolanan a bêhiqûqî ya li navçeya Surê bê rakirin li Edliyeya Amedê gîlî kirin û pişt re çûn Walîtiya Amedê û bi Walî re hevdîtin kirin. Parlementera HDP'ê Feleknas Uca diyar kir ku di hevdîtinê de Walîtiyê ji bo qedexe bê rakirin tu tişt ji wan re negot û heya encamekê digirin li ber Walîtiyê çalakiya rûnşitinê dan destpêkirin.Feleknas anî ziman ku divê dorpêç û qedexeya li Surê demildest bê rakirin û qedexe ji Enqere hatiye îlankirin û divê walî jî ji bo qedexe bê rakirin bikeve dewreyê. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer, parlementerên HDP'ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp û Feleknas Uca dest bi çalakiya rûniştinê kirin û çalakî didome.

Gel dest bi çalakiya runiştinê kirin

Welatiyên Amedê li gel mudaxeleya polîsan jî ber bi Surê ve dimeşin. Li ber Deriyê Ruhayê welatiyan dest bi çalakiya runiştinê kirin. Li hember barîqatan bi hezaran welatiyan dest bi çalakiya runiştinê kirine.

(zt)