İHD'a Colemêrgê di derbarê hefteya mafê mirovan de daxuyanî da
14:18
JINHA
COLEMÊRG - Di derbarê hefteya mafê mirovan û binpêkirinên mafan ên tên jiyandin de Komeleya ÎHD'a Colemêrgê daxiyanî da.
Komeleya Mafê Mirovan a (İHD) Colemêrgê bi boneya heftiya mafê mirovan li ber avahiya xwe ya İHD'ê daxuyanî da çapemeniyê. Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz û Nazmi Coşkun, Rêveberên İHD'ê Perihan Çiftçi û Sait Çaglayan jî di navê de gelek endam û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê İHD'ê Sait Çaglayan ve hat xwendin.
Sait di serî de Hevserokê Baro ya Amedê Tahir Elçi bi rêzdari bibir anî pişê jî got: "Ev hefte ji aliyê navnetewî ve weke hefteya mafê mirovan hatiye pejirandin. Niha li Kurdistanê binpêkirinên mafan di asta herî bilind de tên kirin. Li hemberî binpêkirinan jî gelê kurd bi cesaret li ber xwe dide."
(zyd/zt)