Fehîme yê koçer kolanê xwe terk nekir...
15:31
Zehra Dogan/JINHA
MÊRDÎN - Zeynep Akan behsa xwişka xwe Fehîme Akti (56) yê ku li Nisêbînê hatî qetil kirin kir û wiha got, "Êşa herî mezin di sala 1992'an de hat jîn. Di wan salan de bira û apê min bi destê faîlên mechul hatin qetil kirin. Fehîme yê ku nîvê temenê xwe bi koçertiyê re derbas kiriye, vê salê ji ber şer nehat zozanan. Mala xwe terk nekir û nexwast ji kolanê xwe derbikeve."
Gelê Nisêbînê yên ku bi berxwedana xwe 5. dorpêç û qedexeya derketina kolanan şikandin, taxrîbatên ku pêk hatine hêdî hêdî tevî êşê jiyanê dertê holê. Li navçeyê ku hîna dorpêç û qedexe lê didome îro 5 cenaze bi gireseyî hatin defin kirin. Di merasîma definkirinê em rastî xweşka Fehîme Akti (56) yê ku li Taxa Firatê ji piştê ve hatî qetil kirin tên. Xwişka Fehîme Akti, Zeynep Akan bi lorîna ku dilorî êşên dîrokê radixîne berçavan.
Êşa herî bingehîn di 1992'an de pêk hat...
Zeynep da zanîn ku êşê herî bingehîn di sala 1992'an de li gundê Zergûzê yê Hezexê ve hatî jiyan kirin û wiha domand, "Em malbetek mezinbûn. Havînê li zozanan û zivistanê li gundê Zergûzê me jiyan dikir. Xwedê belayê xwe li cerdevanan bide, tu car dev ji me bernedan. Her şev gund dorpêç dikirin û gule li gorî kêfê xwe direşandin. Şevek hatin birayê min Abdulkerîm Akti û apê min Ramazan Akti li wesayîtek spî siwar kirin û birin. 22 roj me agahî ji wan nestand. Piştî vegeriyan me rastî hîn baştir dît."
'Di serî de îşkece kirin û duvre qetil kirin'
Zeynep da zanîn ku cerdevanan bira û apê wê li gundê Kertenîn yê girêdayî Mîdyatê cihek bin erdê de 22 rojan îşkence li wan kirine û wiha pêde çû, "Îşkenceyê giran li wan kirin. Birayê min êdî nedikarî bipeyive. Lê cardin ew rihet ne hêştin. Şevek me agahî ji wan negirt. Bûn qurbanê cînayetên faîlê mechul. Ji wê rojê heya niha dewletê dev ji me bernedaye. Em jî wiha li her derê belav bûn."
'Fehîme dev ji kolanê xwe berneda'
Zeynep diyar kir ku Fehîme tevî malbatê li Nisêbînê bi cih bibû û wiha qala Fehîme kir: "Fehîme bîranîna bira û apê xwe her dem da jiyan kirin. Digot divê li hember bîranîna wan her dem bi rêz bin. Fehîme yê ku nîvê temenê xwe bi koçertiyê re derbas kiriye, bi despêkirina şer re vê salê nehat zozanan jî. Mala xwe terk nekir û nexwast ji kolanê xwe derbikeve. Ev jî di oxirê vê rêde canê xwe feda kir."
Hevjîna apê Fehîme Akti Ramazan Akti, Şerîfe Akti jî wiha got, "Fehîme rûmeta me hemû jinane. Ew di riyê ap û birayê xwe de çû. Wek jinek ku min hevjînê xwe di qurbana cînayetên faîlê meçhul de da serê min bilinde. Ji ber ku ev ax axê meye."
(rc)