Jin berê xwe didin nava refê YPJ'ê
16:38
JINHA
KOBANÊ - Jinên ciwan ên ku beşdarî perwerdeyê leşkerî yên akademiyê bûne tevlî hêzên YPJ'ê bûn.
Li Kantona Kobanê Akademiya Şehîd Zozan ya leşkerî dewreya perwerdê ya jinên ciwan bi dawî kir. Jinên Ciwan ên ku tevlî Akademiyê bûne, perwerdeya leşkerî û siyasî dîtin. Di merasîma bidawîkirina dewreyê de ji Fermandarên YPJ’ê Rehma Kobanê axivî. Rehma Kobanê girîngiya parastina jiyana gelan bibîr xistin û bal kişand ser herêmên Rojava ku rastî êrîşên çeteyan tên. Rehma Kobanê ji şervanên nû xwest ku hemû erk û peywirên xwe yên parastina xalkên Rojava pêk bînin. Şervanên ku nû perwerdeya xwe qedandine sond xwarin û beşdarî nava hêzên YPJ'ê bûn.
Piştî merasîma sondê şervanên jin ên ciwan hin stran gotin û bi govend gerandinê dawî li merasîma xwe anîn.
(rc)