Li Amedê qehwe gulebaran kirin 2 welatî birîndarin

17:02

JINHA

AMED - Piştî mudaxeleya ser çalakiya runiştinê ya li Deriyê Rihayê pevçûn derketin. Ser Cadeya Melikahmet qehweyek gulebaran kirin du welatî birîndarin.

Welatiyên ku li Deriyê Rihayê li hemberî dorpêça ser Surê dest bi çalakiya runiştinê kirine rastî mudaxeleyê hatin. Li aliyê Şehitlik û Cadeya Sento ya Rezan çalakiyan despêkir. Li ser Cadeya Sento welatiyan barîkat danîn û rê li trafîkê girtin. Li ser Cadeya Melikahmet a Surê jî polîsan qehwexaneyek gulebaran kirin, du welatiyên bi navê Salih Budak û Veysel Altunkara birîndar bûn. Ser cadeyê sekvan bicîh kirine û gel gulebaran dikin.

(bc-be/zt)