Jinên Rojava ji bo Nisêbîn û Amed berê xwe dan sînor

17:21

JINHA

ROJAVA - Jinên bajarê Qamişlo bi armanca êrîşê hikûmeta AKP'ê yê li Kurdistanê şermezar bikin berê xwe dan sînorê Nisêbînê. Piştî meşê li ser sînor daxuyaniya Kordînasyona Rêxistina Yekîtiya Star hat xwendin.

Jinên bajarê Qamişlo bi armanca piştgirî bi gelê bakûrê Kurdistanê re berê xwe dan sînorê Nisêbînê. Meşa ku bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star hatî organîze kirin, Desteya Jin, Endamên Navenda Çand û Huner, Meclîsa Jinan û gelek rêxistin û saziyên civakên sivîl li taxa Qudurbekê hatin ba hev û berê xwe bi meş berê xwe dan sînorê Nisêbînê yê bakûrê Kurdistanê. Di meşê de her wiha Rêveberiya Rêxistina Yekîtiya Star Henîfe Muhammed, Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Elîzabêt Gewriyê amede bûn. Jin bi dirûşme berzkirin û tilîliyan berê xwe dan sînor dovîza li ser nivîsa "Çawa me şaxê AKP'ê li Rojava birî, em ê koka wan li bakûr hilkin' hatin hildan. Di meşê de daxuyaniya Kordînasyona Rêxistina Yekîtiya Star hat xwendin.

Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star Henîfe Muhammed ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşê hikûmeta AKP'ê yên li hember gelê Kurd ên li bakûrê Kurdistanê bi tundî hat şermezar kir û wiha hat gotin, "Hemû pêvanên exlaq û mirovahî hatî bin pê kirin. Di pêvajoyên dawiyê de dewleta Tirk bi çekên giran êrîşê welatiyên sivîl yên li Amed û Nisêbînê dike. Di heman demê de jin û zarokan xistiye hedefê xwe. Ev yek tengavbûna AKP'ê nîşan dide.Hikûmeta AKP'ê êrîşê nirxên dîrokî ên gel dike. Di pêvajoyên dawiyê de cihên dîrokî tên bombebaran kirin. Hikûmeta AKP'ê êrîşê vîna gel yê xweseriya demokratîk dike. Ev yek bê tehmûliya AKP'ê dide nîşan dan. Cîhan tevde çavê xwe ji êrîşên hovane yên li Surê û Nisêbînê re girtiye. Ev êrîş bi hemû aliyan di çarçova pîlanên qirkirinê ku AKP'ê li ser herêmê kurda dide pêk anîn. Qerkirin siyesî û civakî îro li ser gelê me tê meşandin. Emê ti carî destûrê nedin vê zilmê û dê piştgiriya me bidome. Jiyan ku gelê kurd ji bo xwe daye nîşandan bi rengê xweseriya Dîmokretîke. Hêzê tu kes têra pêşî girtina berxweana gel wê neke."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wek Tevgera Jin ên Rojava em êrîşên hembe gelê Kurd şermezar dikin. Êdî dema gotinê bi dawî bû, divê hikûmeta AKP'ê jî vê rastiyê baş zanibe 'Mişk xalî li ser xwe dike'. Ev yek jî tê watey ticar dê li bember berxwedan û têkoşîna gel bi sernekeve. Gelê Amed û Nisêbînê ne bi tenê ye."

Piştî daxuyanî bi dawî bû jin bi tilîlî û dirûşmeyên xwe dawî li çalakiyê xwe anîn.

(zk/rc)