Cizîra Botanê li dijî tecrîdê meşiya

17:26

JINHA

ŞIRNEX – Li Cizîrê bi hezaran welatî ji bo şermezarkirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê berdewamdike meşiyan. Piştî meşê Asya Yûksel desnîşan kir ku ew azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wek azadiya gelê Kurd dibînin û heya ew azad nebe ewê li ser lingan bin.

Li navçeya Cizîra Şirnexê bi pêşengtiya KJA’yê bi hezaran welatî bi armanca tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin meşiyan. Meşê ji ber avahiya DBP’ê heya Çar rêyê berdewam kir. Meşa ku bi tevlîbûna Hevserokên DBP, DBP û gelek saziyên sivîl çêbû de jinan pankartên "Rêber Apo pêşengê têkoşîna jinê û kedkarê herî mezin e” û “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” hilgirtin û diruşmên “ Bijî Serok Apo”, “Jiyana bê Serok emê bi serê we de hilweşînin” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Jinan di çalakiyê de bi dengê erbane û daholan reng dan çalakiyê. Girse dema gihêştin çar rêyê li wê ji bo şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz girtin.

Hevseroka Meclisa Bajêr Asya Yûksel axivî û got ku ew dixwazin di serî de tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha got: "Heya Serokê me di nava 4 diwaran de be wê şerê me yê sitratejîk dewam bike. Heya Rêberê me azadi nebe wê gelê Kurd tim û dayîm li ser lingan be û serokê xwe bixwaze. Em li vê derê bang dikin em dibêjin heya ku heyata İmraliyê neçe bi Rêberê me re hevdîtinê neke û perspeltifa wî ji me re neyê emê ser linganbin.”
Asya herî dawî got ku ewê wek jin li hember tecrîdê bisekinin ji ber ku ew azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadiya xwe dibînin û ev tişt anî ziman: "Rêberê me ne serokê gelê Kurd tenê ye ew Rêberê tevahî Rojihilata Navîn e. Serokê hemû gelê bindest e.”

Piştî axaftina gel nîv saetê li çar rêyê runiştin û tirafîqa bajêr dan sekinandin.

(ma/zt)