Jinên Dîlokê bertek nîşanî 'Bazara koleyan a Êzidiyan' dan
09:11
JINHA
DÎLOK- Jinan bertek nîşanî nûçeyên ser mediyayê yên weke li Dîlokê DAIŞ'ê "Bazara koleyan a Êzidiyan" vekiriye dan û gotin: "Çima dewlet vê bûyerê ronî nake?"
Qenalên Elmanan ên ku girêdayî Êzidiyên çeteyên DAIŞ'ê êsîr girtî û li Dîlokê bûro ji bo bazara firotina jinan vekirine nûçe servîs dikin di rojevê de ne. Girêdayî mijarê di rojên derbasbûyî de Platforma Jinên Dîlokê daxuyanî dan û xwestin bûyer bê zelal kirin. Parlementerên HDP'ê jî pêşniyarname dan meclisê û di derbarê bûyerê de 3 caran serlêdana suc kirin. Li gel bertekan jî heya niha ji berpirsên dewletê ti daxuyanî nîne.
Jinên Dîlokê bertekên xwe nîşan dan û diyar kirin ku demek ji ya dinê zutir berpirsên dewletê bûyerê ronî bikin. Ji jinan Sultan Bayindir da zanîn ku ew gelek ji pêvajoyê bandor bûne û wiha domand: "Ez dayîka sê zarokame, tiştên tên jiyandin min gelek di êşîne. Hatina DAIŞ'ê li vêderê ofis vekirin û bazara jinan vekirin ji bo me jinan bûyerek gelek bi êşe. Di bazarê de tê gotin ku 5 hezar jin û zarok hene û çeteyan dest danîne ser van. Di bazaran de firotina jinan min pir dide zorê. Ez ji tiştên tên jiyan kirin şerm dikim. Ser bedena jinan şer dayîna meşandin bûyerek xemgîne. Divê jin li hember vê bûyerê bên bahev û bertek nîşan bidin."
Atiye Okay jî bertek nîşanî bûyerê da û wiha axivî: "Jin dibin mexdurê tindî, tacîz û tecawîzê. Li Tirkiyê her roj 3 jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Li Tirkiyê jiyankirina van bûyeran canê me gelek di êşîne. Tê gotin ku li Dîlokê çeteyên DAIŞ'ê ofis û bazara firotina jinan avakiriye, lê ji berpirsan ti deng dernayê. Dewlet çima vê bûyerê ronî nake? Di sed sala 21'an de çerçevên reş kirina ber jinan, ew zincîr kirin û li bazarên koleyan firotin rewşek gelek bi êşe."
'Divê jin ji bo azadiyê tekoşînê bikin'
Atiye bilêv kir ku ew ji gotinên tên kirin jî newêrin derkevin berderî û wiha dom kir: "Ji bo hemcinsên xwe divê em tekoşînê bikin, jinek li kîjan devera cîhanê bindest be ji bo azadiya wê divê em têkevin nava hewildanan. Di vî temenî de jî ez ji derketina kolanan ditirsim. Dest êdî ji şevê berdin em jin bi roj newêrin derkevin derve. Heta mêr jî ditirsin êdî. Divê êdî dewlet berpirsiyariya xwe bîne cîh û bûyerê ronî bike."
(zt)