RJAK xebatên xwe li dibistanan didomînin

09:28

JINHA

SILÊMANÎ - Li Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK)' ve li ser têkoşîna li hemberî şîdeta li ser jinan li du cihên cûda semîner ji bo xwendevanan li darxistin.

Rêxistina Jinên Azadîxwaza Kurdistan (RJAK) du semîner ji bo xwendevanên refên navîn û amadeyî yên li dibistanên Twe Spî û Beha li darxist. Semîner di çarçoveya kar û xebatên çalakiyên ji bo têkoşîna li hember şîdeta ser jinan a di bin dirûşmeya “Ji aştiya mal ber bi aştiya cîhanê ve, xwandinek aram ji bo hemiya” ji aliyê Endamên Rêveberiya Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) Sînor Kerîm û Qeywan Marûf ve hat pêşkêş kirin. Di semîneran de der barê dîroka têkoşîna jinan ya li hemberî tûndî, zilim, sedemên rewşa jinan ya dinav de dijî û ka wê jin çawa bikarin li hemberî tundiya li hember jinê tê kirin têkoşînê bikin nirxandin hatin kirin. Herwiha li ser şiyarbûna xwendevanan a derbarê tundiyê de jî nirxandin hatin kirin.

Piştî semînerê xwendevanan pirs û nêrînên xwe anîn ziman û ji bo van cure çalakiyên Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK)' keyfxweşiya xwe anîn ziman.

(şb/rc)