Em jiyana Sîbel Bûlût ji hevalên wê guhdar bikin...

10:39

Oyku Dilara Keskin/JINHA

STENBOL - Sîbel Bûlût (Sarya Ozgur) a MLKP'yî, ku li eniya başûrê Kobanê di şerê 12'ê Kanûna 2014'an ê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, salek çêbû. Rojnamegerek şoreşger di jiyana xwe yê kurt de çîrokên mezin hewandiye. Sarya yê ku bi ken û berxwedaniya xwe tê bîra hevalên xwe, li mîrateyê wê xwedî dertên û têkoşîna xwe mezin dikin.

Berxwedana Kobanê yê dîrokî li şûn xwe çîrokê gelek mirov ên nemir hêşt. Yek ji van çîrokan şervana MLKP'yî Sîbel Bulut e. Sarya a ku di rojên azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da, di sala 1986'an de li Dêrimê dayîk bû... Li Wanê di Zanîngeha Yuzun Yil ê de dixwîne û duvre derbasî Stenbolê bû û di Rojnameya Atilimê xebat da meşandin. Di navbera salê 2006 û 2009'an de midûrtiya nivîsê yê Rojnamya Atilimê kir û wê demê de derbarê Sîbel Bulut de gelek car doz hatine vekirin û hat darizandin. Wek jinek şoreşger di Îlona 2014'an de berê xwe da Kobanê û cihê xwe di nava berxwedanê de girt. Sarya çalakvana rûbiken yê berxwedanê li eniya başûrê Kobanê di şerê 12'ê Kanûna 2014'an ê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da.

'Piştî Sarya têkoşîna me wê xortir bibe'

Hevalên Sîbel ên YPJ'yî diyar kirin ku ew ê her dem Sarya bi koma wê ya sor, kesayetê wê yê berxwedêr û rûyê wê yê bi ken bînin bîra xwe û gotin ew her dem dixwast di çeperên şer ên pêşde li hember çeteyên DAIŞ'ê şerbike. Hevalên wê bilêvkirin ku rûxmî ew di nava şerê girande bû jî, ti car ken li ser rûyê wê kêm nedibû û destnîşan kirin ku divê Sarya bi berxwedaniya xwe yê bê hempa bê nasîn û gotin, piştî Sarya têkoşîna me wê xortir bibe."

'Heyecanê çûyîna qadên azad jiyan dikir'

Hevalên Sarya ên Rojnameya Atilimê jî meraqa Sarya a li hember jinên şoreşger vegotin û wiha gotin: "Her dem Bêrîtan dixwand. Dema hatiba malê karê despêkê xwendinbû. Dîroka Kurdistanê her dem lêkolîn dikir. Fikir û dilê wê ji bo şoreşê lêdida. Heycanê çûyîna qadên azad jiyan dikir. Kîna wê a li hember dijmin pir zêdebû û her dem vê yekê tanî ziman. Kêmahiyan nedipejirand û herdem rexne pêşdixist. Dema ku kêmahiyê wê jî derketiba rexnedayîna xwe dida. Ez ji wê hînê gelek tişt bûm."

'Têkoşîna azadiya jin bi çalakiyê re kir yek'

Hevalên wê gotina Sarya yê ku di roportajê de gotiye 'Şoreşa Rojava şoreşa meye, şoreşa jinê şoreşa min bi xwe ye' bibîrxistin û wiha domandin: "Eger jinek têkoşîna azadiyê dide divê di jiyana xwe de jî nîşan bike. Sîbel têkoşîna xwe bi çalakiya xwe re kir yek. Di hemû qadê jiyanê de sekna têkoşertiyê dida nîşandan. Bi rastî me mirovek dilêr wenda kir. Lê bandora ku li ser me kiriye girane. Dema parvekirin zêdebe bandora wê jî gelek dibe. Sîbel ji temenê xwe yê ciwantî re gelek tişt barkir."

Hevalên wê diyar kirin ku Sîbel wek rojnamegerek jiyanê wê dişibihî Gurbetelî Ersoz û wiha pêde çûn: "Em her dem dixwast hîn bibe. Niha jî ew me hînê şoreşgertiyê dike. Bi şerkirinê re şehîdbûnê nîşanî me kir. Berpirsyariyê giran ji mera hêşt. Sîbel ji me bawer dikir ku em vê berpirsyariyê hildin, em soz didin tevahî şehîdan ku têkoşîna wan heya dawiyê bidomînin."

(rc)