Li Til Temirê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:55
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 3 êrîşên bombeyî yên duh li Til Temirê hatin kirin de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 69 kes jî birîndar bûn.
Cîgirê Serokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Silêman Ehmed der barê hejmara kesên ku di êrîşên bombeyî yên şevê din de li Til Temir de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne de, agahî da. Silêman Ehmed da zanîn ku di êrîşan de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û 69 kes jî birîndar bûne. Silêman destnîşan kir ku ji birîndaran 25 kes li Dirbêsiyê, 31 li Serêkaniyê, 7 li Hesekê, 5 li Qamişlo û yek jî li Amûdê hatine dermankirin. Ehmed got ku 29 kes piştî dermankirinê ji nexweşxaneyan hatine derxistin, dermankirina 40 kesan jî didome û rewşa wan baş e.
Ehmed anî ziman ku li cihê êrîşan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin û metirsiya ku hejmara şehîdan zêde bibe heye.
(rc)