Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Abassî: Li pişt DAIŞ'ê Tirkiye heye

11:01

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Endamê Diyaloga Neteweyî ya Tûnisê sendîkavan Huseyîn Abassî diyar kir ku li pişt DAIŞ'ê Tirkiye û Qatar hene.

Xelata Aştiyê ya Nobelê, ji ber hewldanên xwe yên ji bo avakirian demokrasiya piralî ya piştî Bihara Ereb li Tûnisê, îsal ji Çar aliyên Diyaloga Neteweyî ya Tûnisê re hat dayîn. Piştî merasîma xelatdayînê ya li paytexta Norwêc Osloyê, ji nava van çaran Serokê Sendîkaya Karkeran a Giştî ya Tûnisê Huseyîn Abaasî ji qenala CNN a Amerîkayê re axivî û bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di şerê li Rojhilata Navîn de. Huseyîn got, "Ji xwe her kes dizane ku li pişt DAIŞ'ê Tirkiye û Qatar hene û ev her du welat bi her awayî destekê didin DAIŞ'ê." Xwediyên din ên xelatê ku di heman weşana televîzyonê de amade bûn, li dijî vê nirxandina Huseyîn derneketin. Lê belê sîpkerê CNN bi gotina, "Nûnerên Tirkiye û Qatarê li vir nînin" weşan birî.

(rc)