'Polîsan deriyê me şikandin û çûn serbanê xaniyê me'
11:12
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbinî dema qedexeyê berdewam dikir polîsên ku deriyê malekî şikandine, malbat hemû xistine odeyekê û nîşangirên xwe li serban bicih kirine.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê du mehên dawî de 5 caran qedexe hat îlankirin û 16 welatî hatin qetilkirin. Piştî qedexeya dawiyê dijwariya êrîşên hêzên tirk jî derdikeve holê. Dema ku qedexeyê berdewam dikir li taxa Zeynelabîdîn polîsên bi ser malekî de digirin û bi zorê diçin ser banê mala wan.
Fatma Tûran ku wê demê li mala bû got ku bi awayekî kêfî deriyê wan hatiye şikandin, ew hemû xistine odeyeke malê û wiha axivî: "Piştî ku derî şikandin û bi zorê ketin hundirê mala me, polîsên nîşangir çûn ser banê xaniyê me û li wir bi cih bûn. Ji ber ku me derî ji wan re venekir, li her derê malê lêgerin kirin û mal serû bin kirin."
(rc)