Êrîşa polîsan bi xweparastinê hat şikandin

11:54

JINHA

MÊRDÎN - Tîmên taybet ên Tirk ku hewl dan bikevin nava du taxên Kerboranê, bi xweparastina gel hatin qewitandin. Polîsên ku ji nekarîn bikevin nava taxê, ji Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê top avêtin taxan.

Polîsên tevgera taybet danê vê sibehê hewl dan bi maşînên zirxî bikevin nava taxên Safa û Tepebaşi yên navçeya Mêrdîn Kerboranê. Gel bi xweparastinê bersiv da êrîşa polîsan û nehişt polîs bikeve nava taxan. Tîmên tevgera taybet ên saet di 09:00 de hewl dan bikevin nava taxê, di encama berxwedana gel de neçar ma xwe vekişînin. Polîsên tîmên taybet ên ji wan nehatin bikevin nava taxan, ketin hundirê Avahiya Jendermeyan a Navçeyê. Ji vê derê jî top avêtin taxan. Ji ber topbaranê gelek malan zerar dîtin. Li navçeyê der barê "qedexeya derketina derve" de heta niha di daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, lê belê polîs guleyan li taxan direşînin.

Li hemberî êrîşan gel li gelek taxên navçeyê bend daniye û li ber xwe dide.

(rc)