Dayîkên Aştiyê yên Wanê: Emê li hember şer suran çêkin
12:03
JINHA
WAN - Endamên Meclisa Dayîkên aştiyê ya Wanê li hemberî qedexeya derketina kolanan a li Surê berdewam dike ji bo piştevaniya berxwedanê ber bi Surê ve ketin rê.
Endamên Meclisa Dayîkên aştiyê ya Wanê li hemberî qedexeya derketina kolanan a li Surê berdewam dike ji bo piştevaniya berxwedana Surê di avahiya DBP'a Wanê de civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de Parelementera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe, Seroka MEYA-DER'ê Neriman Ural û têkela KJA yê jî amadebûn. Endama meclisê Zekiye Aslan wiha axivî: "Emê Dayîkên Aştiyê li hemberî şer Suran çêkin. Em dayîk şer naxwazin. Lê mixabin dewlet yan şer dixwaze, yan jî naxwaze têbigihije. Heya Rêberê me Abdullah Ocalan azad nebe, ev gel azad nabe. Em carekdin ji vê dewleta qirêj re dibêjin êdî bese vî şerî bidin sekinandin. Lê mixabin Erdogan ji bo heskirina xwe ya kursî naxwaze daxwazên gel bibîne. Emê niha biçin Surê û heya Rêberê me azad nebe emê venegerin. Em hêvîdarin ku ev çuna me bibe wesîleya aştiyê."
Piştî daxuyaniyê Dayîkên Aşiyê bi diruşma "Em şer naxwazin" ji bo alîkariya Surê ber bi Amedê ve ketin rê.
(zt)