Hejmara qurbaniyên êrîşên li Til Temirê zêde dibe
12:04
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşên bombeyî yên li Sukul Hal, Kolana Fîlîstîn û pêşiya Nexweşxaneyê de, heta niha 20 cenaze û zêdeyî sed birîndar hatine tespîtkirin.
Hejmara mirovên di êrîşên duh êvarê yên li Til Temirê bi sê qemyonên bombebarkirî de jiyana xwe ji dest dan, zêde dibe. Di êrîşên bombeyî yên li Sukul Hal, Kolana Fîlîstîn û pêşiya Nexweşxaneyê de, heta niha 20 cenaze û zêdeyî sed birîndar hatine tespîtkirin. Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê saet di 17:20 de êrîş kirin û ji ber van her sê êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî, gelek mal û kargehên li derdorê hilweşiyan. Tê payîn, ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rêveberiya Kantonê îro bên Til Temirê û daxuyaniyekê bidin.
Xebatên ji bo rizgarkirina mirovên di binê xirbeyê malan de mane, dewam dikin. Li Til Temirê ku tedbîrên tund ên ewlekariyê hatine wergirtin, tevî gel hêzên YPG û HPC jî tevlî xebatên rizgarkirinê dibin.
Mirovên di êrîşê de birîndar bûn li nexweşxaneyên Serêkaniyê, Hesekê û Qamişloyê tên dermankirin.
(rc)