Gelê Başûr: Em artêşa Tirk li Kurdistanê naxwazin
12:23
JINHA
KERKÛK - Saziyên Kurd ên li Kerkûkê, bi armanca şermezarkirina hebûna artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê daket kolanan. Di daxuyaniyên li çalakiyê de hat xwestin, ku leşkerên Tirk bi temamî ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin.
Saziyên Kurd ên li Kerkûkê, bi armanca şermezarkirina hebûna artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê daket kolanan. Di daxuyaniyên li çalakiyê de hat xwestin, ku leşkerên Tirk bi temamî ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin. Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), Tevgera Azadî û Hizbî Şûî, li Kerkûkê çalakiyeke hevpar lidar xistin û hebûna leşkerên Tirk a li Mûsilê şermezar kirin. Li cihê kombûna çalakgeran, organîzatoran daxuyanî dan û diyar kirin ku ew hebûna artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin.
Di daxuyaniya li ser navê Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê de hat ragihandin ku êrîşên artêşa Tirk bi desteka hin derdorên Kurd ên xayîn re li Bakurê Kurdistanê bênavber dewam dikin. Tevgera ciwanan gotin, "Dixwazin tevî Bakurê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê jî li dijî gelê Kurd şerekî ji nû ve bidin destpêkirin û komkujiyên mîna Helepçeyê bînin serê Kurdan. Axa Kurdistanê şeref û namûsa me ye. Kî destê xwe dirêjî şeref û namûsa me bike, em ê bi awayê herî tund bersivê bidin. Em hêzeke dagirker li Kurdistanê naxwazin. Ji xiyanetê re jî dibêjin êdî bes e. Em bang li tevahiya Kurdên bi şeref dikin ku li dijî dagirkeriyê derkevin."
RJAK'ê jî da xuyakirin ku şerên li Rojhilata Navîn dewam dikin, bi kaos û krîzêm mezin re her roj kûrtir dibin û got, "Dewleta Tirk bi desteka hin hêzên xwecihî re dixwaze şerê xwe yê desthilatdariyê bîne Kurdistanê. Dewleta Tirk a faşîst, her roj bi rêbazên nû re planên xwe yên qirkirin û komkujiyê derdixîne pêşiya gelê me. Dewleta Tirk li aliyekî li Rojava û Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd destekê dide DAIŞ û rêxistinên çete yên mîna wê, li aliyê din jî di bin navê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de dixwaze li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe. Weke RJAK'ê em dibêjin ku em dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Başûrê Kurdistanê bi ti awayî qebûl nakin û ji bo wan ji nava xaka xwe biavêjin, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin."
'Mûsil bahane ye, hedef Şengal û gerîla ye'
Tevgera Azadî jî ragihand ku dewleta Tirk di bin navê têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de dixwaze Mûsilê dagir bike û destnîşan kir ku bicihbûna leşkerên Tirk li Mûsilê bi ti awayî bi kêrî gelê Kurd nayê. Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe de got, "Bicihbûna artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê, hewldanek li dijî hêza gerîla ya li Şengalê ye. Ji ber ku gerîlayên PKK'ê û şervanên din ên Kurd, li Kerkûk, Daquq, Rojava û Şengalê çeteyên DAIŞ'ê yên tifaqa dewleta Tirk in, qels kirin û derbên mezin li wan xistin. Dewleta Tirk ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê sînorê xwe yê bi DAIŞ'ê re nemaye, dixwaze li Mûsilê destekê bide çeteyên DAIŞ'ê. Em qebûl nakin ku leşkerên Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji bo derxistina artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê, em ê têkoşîna xwe xurt bikin."
'Leşkerên Tirk ji bo ji nû ve Kurdistanê parçe bikin, hatin herêmê'
Di daxuyaniya Hizbî Şûî de hat gotin, "Ji dîrokê me dizanin, ku dewleta Tirk timî xiyanet li Kurdan kriye. Dîroka Tirk bi lîstikên li dijî Kurdan dagirtiye. Kurd weke yên baş û nebaş pênase kiriye û bi vî rengî şer di navbera Kurdan de derxistiye. Hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kuredistanê bûyereke ji rêzê nîne." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku leşkerên Tirk ji bo ji nû ve Kurdistanê parçe bike hatine herêmê û divê li hemberî wê têkoşîn bê meşandin.
Piştî daxuyaniyê girseya gel ji Keleha Kerkûkê bi qîrîna dirûşmên li dijî dewleta Tirk û hikûmeta Başûrê Kurdistanê, di rêya Silêmaniyeyê de meşiyan û xwestin leşkerên Tirk ji Kurdistanê vekişin.
(rc)