ÎHD'a Colemêrgê di derbarê rewşa girtiyên nexweş de daxuyanî da
12:36
JINHA
COLEMÊRG - ÎHD'a Colemêrgê di derbarê rewşa girtiyên nexweş de daxuyanî dan çapemeniyê.
Komeleya Mafê Mirovan a Colemêrgê (İHD) der barê rewşa girtiyên nexweş de li ber Girtigeha Colemêrgê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yildiz û Endamên Komeleleyê amadebûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê komeleya Mafê Mirovan a Colemêrgê İsmail Akbulut ve hat xwendin.
İsmail, balkişand li ser tendurista girtiyên nexweş û wiha got: "We dengê pişt diwaran bihistiye her roj girtiyên nexweş li pişt diwaran işkenceyan dibinin. Dixwazin ku vina wan hebuna wan teslim bigirin. 300 girtiyên rewşa wan giran bi giştî 756 girtiyên nexweş hene. Bila her kesên xwedî wijdan guh bidin dengê girtiyên nexweş."
(zyd/zt)