'Divê jinên ciwan li gorî giyana demê tevbigerin'
12:49
JINHA
COLEMÊRG - Ji xwendekarên CODER'ê Gulizar Kulter diyar kir ku ewê bi giyana Sakine û Arînan beşdarî kongreya ciwanan bibin.
Endamên Komeleya xwendekarên Colemêrgê (CÖDER) der barê kongreya DEM-GENÇ'ê ya ku dê di 13'ê Kanûnê de li Amedê pêkbê de nirxandin kirin. Endama Komeleya Xwendekarên Colemêrgê Gulizar Kulter destînşan kir ku ewê di 13'ê Kanûnê de bi guyana Sakineyan beşdarî kongreyê bibin û wiha domand: "Em jinên ciwan di nava civakê de xwediyê rol û misiyonek giringin. Tayîbetî jî ser erdnîgariya Kurdistanê li hember êrîşên tên meşandin bi pêşengiya ciwanan û tayîbetî jî jinên ciwan berxwdan bilind dibe. Ji bo wê jî emê jinên ciwan bi giyana Sakîne û Arînan beşdarî kongreyê bibin. Emê bi heman giyanê biriyarên giring bigirin û li gora wê beşdarî nava jiyanê bibin. Hewceye ku em jinên ciwan êdî li gorî giyana demê beşdarî jiyanê bibin."
Endamê Komeleya Xwendekarê Colemêrgê Nurettin Tomris, jî bilêv kir ku niha li Kurdistanê AKP'ê êrş dane despêkirin, li hemeberî van êrîşan bi pêşengiya ciwanan berxwedan heye û wiha domand: "Li hember êrîşên dewletê yên ser Kurdistanê bi pêşengiya ciwanan berxwedanek dîrokî tê meşandin. Ji bo hîn zêdetir bi zanebûn pêşdebirina vê berxwedanê û vekirina rêya aştiyê emê ciwan bicivin. Emê li gorî biriyarên derkevin xwe tevlî jiyanê bikin. Ji ber ku pêvajo giringe, hewcehî bi kombûnê û nirxandinê heye. Ji bo wê jî emê hîn zêdetir li ji bo pêşerojek ronî biriyaran derxin û li gora wê tevbigerin. Em li ser vî bingehî hêvî dikin ku dê ciwan tevlîbûnek baş çêbikin."
(zyd/zt)