Li Mêrdînê derbarê qursê jinan de xebat didome
12:56
JINHA
MÊRDÎN - Navenda Jinan a Narîn ku di binesaziya Seroktiya Daîre Polîtîkayên Jin yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê didomîne, ji bo qursê erbane, werzîş, satranç, dramayê xuliqkar û ziman qeyd despêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, bi armanca aktîfkirina jin di qadên civakî de xebatê xwe didomîne. Navenda Jinan a Narîn ku di binesaziya Seroktiya Daîre Polîtîkayên Jin yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê didomîne, ji bo qursê erbane, werzîş, satranç, dramayê xuliqkar û ziman qeyd despêkirin.
Seroka Daîreya Polîtîkayê Jinan Mekiye Gûzel diyar kir ku armanca wan ji li her qadê jiyanê û civakê aktîfkirine û wiha got, "Me xwast bi van qursan re cudahiyek bidin avakirin. Piranî ji bo jinan, qursên dirûnê, neqşê, pêşxistina zarok û hunera dest tên dayîn. Ev jî dibin lê jin dikare satrançê jî bileyze, tevlî werzîşê bibe û li erbanê bide. Ji bo jin li her qadê civakê aktîf bibin em qursên wiha didin vekirin."
Mekiye derbarê qursan de agahî da û wiha domand: "Me qursa werzîşê vekir, di navde yoga, plates û hereketên parastinê heye. Qursê me a satrançê heye, di vê beşê de armanca me afrînerî û biryerî bi jinê re pêşxistine. Di beşa drameyê xuliqkar de jî baweriya jin bilind kirin û profîla jina ji xwe bawer avakirine. Di heman demê de me qursê zimanê Kurdî vekir. Di demê pêş de em difikirin ku qursê zimanê Suryanî û Erebî bên vekirin. Ji bo jin bi mûzîkê re mijûl bibin me qursa erbanê vekir. Heya ku jin hûnerê xwe pêşbixe wê demê hemû jin dibin hunermend. Ji bo em vê hêzê derxin holê me bi erbanê despêkir."
(rc)