Bîlançoya Til Temir hat aşkerakirin: 25 şehîd, 122 birîndar

14:00

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat diyar kir ku di êrîşan de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane, 122 kes jî birîndar bûne.

Bîlançoya êrîşên bombeyî yên duh êvarê yên li Til Temirê hat aşkerakirin. Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat diyar kir ku di êrîşan de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane, 122 kes jî birîndar bûne. Çeteyên DAIŞ'ê duh saet di 17:20'an de li navenda bajarê Til Temirê bi sê wesayîtên bombebakirî êrîş pêk anîbûn. Rêveberiya Kantona Cizîrê îro li Til Temirê lêkolîn pêk anî. Di nava heyetê de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsûf, ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Abdulkerîm Sarûxan, Rêzan Gula, Remziye Mehmûd û Dijwar Ehmed cih girtin.

Piştî lêkolînan, Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat daxuyaniyek da. Berekat diyar kir ku di êrîşan de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane, 122 kes jî birîndar bûne. Kenan da zanîn ku ev êrîş li hemberî gelê sivîl hatiye kirin û bang li hêzên navneteweyî kir, ku hesasiyeta ji bo komkujiya li Parîsê nîşan dane, ji ya li Til Temirê re jî nîşan bidin.

(rc)