Ji bo polîsê Dilek Dogan qetilkirî 20 sal ceza hat xwestin

14:34

JINHA

STENBOL - Îdianameya di derbarê Dilek Dogan a ku dema polîs ketî mala wan li ber çavê malbatê ew qetilkirî de Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê amadekirî ji aliyê 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat erê kirin. Di îdianamê de hat dîtin ku ji bo polîsê Dilek qetilkirî ji 20 sal heya 26.5 sal ceza hatiye xwestin.

Di 18'ê cotmehê de dema ku li Taxa Kuçukarmutluya navçeya Sariyer a Stenbolê di saetên şevê de polîs ketin hindirê mala Dilek Dogan û bi guleyan ew ji singa wê birîndar kirin. Dilek paşê rakirin Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Okmeydaniyê. Li gel tekoşîna jiyanê di roja 7'an de Dilek jiyana xwe jidest da. Îdianameya ku di derbarê Dilek de hatî amadekirin ji aliyê 12'emîn Cezayê Giran a Stenbolê ve hat pejirandin.

Li gorî îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatî amadekirin ji bo polîsê Dilek qetilkirî ji 20 sal heya 26.5 sal ceza hatiye xwestin.

(zt)