Çinar Salih: Ev êrîş tirsê hêzên tarî nîşan dide
14:49
JINHA
TIL TEMIR - Derbarê êrîşên duh êvarê yên li Til Temirê de, Endama Rêveberiya Rêxistina Yekîtiya Star Çinar Salih û Endama Rêveberiya Meclîsa Zagonsazan yê bajarê Til Temir Haystan Xelef nirxandin kirin.
Di encamê êrîşên duh êvarê yên li Til Temirê bi sê qemyonên bombebarkirî de 25 kesan jiyana xwe ji dest da û 122 kes jî birîndar bûn. Ji van hersê êrîşan yên ku li Sukul Hal, Kolana Fîlîstîn û pêşiya Nexweşxaneyê de pêk hatî gelek mal û kargehên li derdorê hilweşiyan. Derbarê êrîşê de Endama Rêveberiya Rêxistina Yekîtiya Star yê bajarê Til Temir Çinar Salih nirxandin kir. Çinar diyar kir ku armanca van êrîşan şikandina vîna û baweriya gel e û wiha got, "Armanc şikandina vîne û bi zorê gel dane koçber kirine. Ev êrîş tirsê hêzên tarî nîşan dide."
'Ev gel xwedî li vîn û hêzê xwe dertê'
Çinar da zanîn ku ji ber êrîşê gelek ziyan gihêşitye gel û wiha domand: "Em wek gelê bajarê Til Temirê dev ji bajar û berxwedana xwe bernadin. Armanc şikandina vîne û bi zorê gel dane koçber kirine. Ev bajar bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Em xwedî îradene û baweriya me bi hêzên me yên YPJ û YPG'ê heye. Ew ê tolê gel hildin. Ev êrîş tirsê hêzên tarî nîşan dide. Em ji hêzên tarî re vê yekê dibêjin; êdî dev ji van kiryarên qirêj û hovane berdin. Ev gel xwedî li vîn û hêzê xwe dertê."
'Lê ev gel xwedî hêza biryarê rast dayîne'
Endama Rêveberiya Meclîsa Zagonsazan yê bajarê Til Temir Haystan Xelef jî wiha got, "Êrîşa ku piştî Kongreya Sûriya Demokratîk a bajarê Dêrikê pêk hatî, nîşaneya nexwastina lihevhatin û yekîtiya gelane. Ji serkeftina projeya xweseriya demokratîk ditirsin ji ber vê bi awayek hovane êrîş dikin. Dixwazin gel ji bajarên wan bidin koçber kirin. Lê ev gel xwedî hêza biryarê rast dayîne."
(ss-ja/rc)