Runiştina doza Nihat Kazanhan bêyî Tahir Elçî hat dîtin
15:49
JINHA
ŞIRNEX – Li Cizîrê 4’emin daneşîna doza Nihat Kazanhan hat dîtin. Parêzeran ji ber nebûna Tahir Elçî xemgîniya xwe anî ziman û gotin ku ewê êdî ne tenê ji bo Nihat Kazahan ji bo Tahir Elçî jî vê dozê bişopînin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê 4'emîn daneşîna doza Nihat Kazanhan ê 12 salî ku di 14'ê Rêbendana 2014’an de ji aliyê polîsan ve hatibû qetil kirin li 1’emîn dageha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Parlementerên HDP’ê Aycan İrmez û Ferhat Encû, parêzerên Baroyên Amed, Sitenbol, Mêrsîn û Şirnexê li gel parêzerên Nihat Kazanhan, Nûnerên İHD, MAZLUM-DER, Saziya Rojeva Zorokan û malbata Nihat Kazanhan tevlî daneşînê bûn. Di Dozê de yek jê girtî 5 polîs tên darezandin. Parêzerên dozê wênyên Serokê Baroya Amedê ku 28 Mijdarê de hatibû qetil kirin bi xwe ve kirin û ketin salona dadgehê. Wek ku tê zanîn Tahir Elçî dozê ji nêzik de dişopand. Piştî hejmartina kesê tevlî dozê bûne parêzerên Nîhat Kazanhan yek yek mafê axftinê girtin.
‘Emê ji bo Tahîr Elçî jî vê dozê bi şopînin’
Parastina yekemîn Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrvan Elçî kir. Nûşîrvan desnîşan kir ku şopdarê dozê Tahir Elçî ne di nav wan de ye û ew ji ber vê yekê xemgînin.
Li ser navê Baroya Enqerê Hasan Erdogan jî got ku ew û Tahir Elçî di dewa Uxir Kaymaz de bi hev dû re xebitîne û piştî çend salan disa di doza Nihat Kazanhan de gihiştine hev û ev tişt anî ziman: "Kujerê Uxir Kaymaz nehatin ceza kirin û em hêvî dikin ku aqubeta doza Uxır neyê serê vê dozê. Emê li vê dozê xwedî derbikevin. Ne tenê ji bo Nihat Kazan Han emê ji bo Tahîr Elçî jî vê dozê bi şopînin.
‘Suc oraganize ye’
Parêzera dozê Filîz Olmez jî diyar kir ku suc bi eweyekî organize hatiye kirin di ewraqê fermî de sextekarî hatiye kirin û ne tenê ber suc MNG sucdare gelek kes hevkarê vî sucî ne.
Parêzerê bersuc MNG got ku MNG nexwestiye Nihat Kazanhan bikuje û xwest ku MNG bê tehliye kirin.
Li ser vê yekê parêzerên Nihat Kazanhan bertek nîşandan û ev tişt gotin: "Me çend roj berê dîmenê polîsan dît dema bimba gazê davêjin dibêjin ‘Bila bişewite Cizîr.’ Em dizanin polîs bi çi hestê peywira xwe bi cîh tînin."
Li Ser vê yekê ber sucê girtî MNG got ku ew ne kesek wisane û ew bawerdike ku zarok bê gûnehin.
Kesên ku tevlî dozê bûbûn ji van gotinan bawarnekirin û dengê nerazîbûnê bilindbû.
Di dozê de biryara dewama girtîbûna MNG da û doz taloqî 12 Sibatê hat kirin.
‘Emê meşala Tahir Elçî bi ser bilindahî hilgirin’
Kesên tevlî daneşînê bûn li ber Dadgeha Cizîrê wênyên Tahîr Elçî vekirin û daxuyanî dan çapemeniyê.
Li ser navê parêzeran Çigdem Ertak daxuyanî xwend û diyar kir ku Tahir Elçî ji Roboskî heya Licê, ji Ceylan Onkol heya Uxir Kaymaz têkoşîna mafê mirovan dida û ev tişt anî ziman: "Di sala 2014’an de di nava mehekî de 6 zarok hatin kuştin. Nîhat Kazanhan tenê ji van yekbû. Lê ji ber ku dimenê vê yekê derketin holê ev doz hat vekirin."
Çigdem diyar kir ew bi Tahir Elçî re ketine vê rêyê û ewê vê rêya ku derketinê temam bikin û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Tu bê tirs bi rêya xwe de dimeşiyayî. Em soz didin ku emê di rêya te de bimeşin. Emê meşala ku me ji te dewr girtiye berdewam bikin.”
(ma/zt)