Li Surê cardin qedexeya derketina kolana hat îlan kirin

15:52

JINHA

AMED - Qedexeya ku şevê din li navçeya Surê yê Amedê hatibû rakirin li 6 taxan û Kolana Gazî cardin qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin.

Qedexeya ku şevê din saet 23.00'an de li navçeya Surê hat rakirin, ji nû de cardin saet 16.00'an qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin. Li gorî daxuyaniya Qeymeqemiya Surê, hat diyar kirin ku li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş qedexeya derketina kolanan ji saet 16.00'an de despêdike.

(rc)