Çaglar Demirel: Emê li hember daraza bê dad û pergalê tekoşîn bikin

09:15

Duygu Erol-Habibe Eren / JINHA

ENQERE - Parelmentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Dermirel li hember şidetên ser jinan her diçin zêdedibe û bê ceza mayîna wan diyar kir ku dê li hember daraz û pergalê tekoşînê bikin.

Di demên dawî de her diçe şideta ser jinan zêde dibe û dadgeh jî bi kêmkirina cezayê şidetkaran û bê ceza hiştina wan şidetê zêde dike. Parlementera Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ê ya Amedê Çaglar Demirel balkişand ser doza Ozgecan û da zanîn ku divê ev dosya ji bo dosiyayên din jî bê dîtin û wiha domand: "Weke doza Ozgecan dê tekoşîna me ji bo hemû dosiyayên dinê jî berdewam bike. Ji bo deshilatiya ser jinan ji holê bê rakirin çî ji destê me bê emê bikin."

'Mêr hem qetildike hem jî bê ceza dimîne'

Çaglar wiha berdewam kir: "Birastî jî divê hişmendiya şideta dewletê û şideta mêran baş bê zanîn. Ji xwe şideta mêran û dewletê ser jinan heman hişmendiye ji bo wê jî heman encam derdikeve holê. Lê mixabin mêr hem qetildikin û hem jî bê ceza dimînin. Hişmendiya mêran ji bo mêrên dinê ceza dadixe. Di aliyê zagonî de jî ev rewş tê dîtin. Doza Ozgecan li parlementoyê bû rojev û rêxistinên jinan lê xwedî derketin, ji bo wê jî serketî derbasbû. Divê doza Ozgecan ji bo dozên dinê bibe mînak."

'Jinên di berxwedanê de li pêşin hedef tên girtin'

Çaglar wiha pêde çu: "Jin tên qetilkirin. Li Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Farqîn û gelek deverên dinê jin tên qetilkirin. Ji ber ku li her derê jin li pêş de cih digirin. Jinên ku di tekoşînê de herî li pêş cîh digirin hedef tên nîşandan û tên qetilkirin. JÎTEM û tima Esedullah a ku ji aliyê dewlet û AKP'ê ve hatî rêkirin tayîbetî jî jinan hedef digirin." Çaglar bilêv kir ku di serî de ew bi Kongreya Jinên Azad (KJA) yê bi hemû rêxistinên jinan bihev re tekoşînê didin.

(zt)