Jinên Zanîngeha Stenbol li hember êrîşan xeta berxwedanê dihûnin
09:17
Oyku Dilara Keskin- Ozlem Çiçek/JINHA
STENBOL - Jinên Zanîngeha Stenbolê derbarê êrîşê alîgirên DAIŞ'ê wiha gotin, "Di hedefa zîhniyeta DAIŞ'ê de em hene. Ji ber vê em ê li kolanan û zanîngehê li hember vê zîhniyetê têkoşîna xwe bilind bikin. Em li hember vê pergalê xeta berxwedanê yê topyekûn dihûnin."
Şoreşger û ciwanên welatparêz li Zanîngeha Stenbolê di demên dawiyê de rastî êrîşa polîs, OGB, Ciwanên-Mûsliman û alîgirê DAIŞ'ê tên. Polîsên ku destûrê nadin daxuyaniya xwedendekarên şoreşger û welatparêz, mudexeleyê Ciwanên-Mûsliman ên ku di destê wan de kêr û dar hene nake. Salê borî Ciwanên-Musliman êrîş birin ser xwendekarên zanîngehê, roja Sêşemê jî li Qada Beyazitê xwepêşandanê girseyî pêk anîn û xwendekarên şoreşger û welatparêz ên ku li zanîngehê dixwînin tehdît kirin. Dema ku Ciwanên- Mûsliman ên ku êrîş birin ser xandekaran, polîs çavê xwe ji êrîşan re girtin û wan parastin. Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê diyar kirin ku li hember van êrîşan dê dibistanên xwe biparêzin.
'Em ê destûr nedin zîhniyeta ku jin dixe rêza duyem de'
Xwendekara Beşa Wergerê û Zimanê Fransî yê Zanîngeha Stenbolê Gîzem Kiliç diyar kir ku ew ê li hember êrîşan dibistanên xwe biparêzin û destûrê nedin êrîşên faşîzane û wiha got, "Em ê parastina xwe dibistanê xwe bidomînin. Em li hember zîhniyeta ku li Sûriyê serî jêdike, jin kole dike, tecevûzê jinan dike û dixe rêza duyem têkoşîn bidin. Em li hember vê pergalê xeta berxwedanê yê topyekûn dihûnin."
'Li her qadê em ê li hember vê zîhniyetê bin'
Gîzem got: "Wek jin em ê pêşengê vê têkoşînê bikin. Ji ber di hedefa zîhniyeta DAIŞ'ê de jin heye. Divê jin li zanîngeh û kolanan têkoşîn li hember vê zîhiyetê bidin." Gîzem derbarê lêpirsîna ku li hember xwendekarên Zanîngeha Stenbolê hatî vekirin de jî wiha got, "Em ê tacîzkar û hêzên ku faaliyeta siyası li zanîngehê pêk tînin teşhîr bikin. Em ê destûr nedin vê yekê. Encamê lêpirsînê çi dibe bila bibe em ê li hember vê zîhniyetê li her qadê jiyanê têbikoşin."
'Divê jin pêşengê vê têkoşînê bin'
Xwendekara Fakûlteya Hiqûq yê Zanîngeha Stenbolê Sila Kaymak diyar kir ku berî êrîşê çeteyan qedexeya darvekirina afîşan hat û pêre êrîşê polîsan jî zêdetir bûye. Sila got: "Amûrên parastinê li ber derî ji me digrin, lê çete nayên qontrol kirin. Bi çeteyan re hevkarî heye." Sila da zanîn ku di êrîşê Ciwanên-Musliman de polîs bêdeng temaşe kiriye û xwendekarên şoreşger û welatparêz bi derp û şîdetê binçav kirine. Sila wiha dawî li gotina xwe anî: "Di êrîşan de diyar dibe ku ne ciwanên Musliman, alîgirê DAIŞ'ê ne. Xwedî li sucê giran ên dijî mirovahî yên çeteyên DAIŞ'ê derdikevin. Dirûşemeyên ku alîgirtiyê DAIŞ'ê tên kirin hatin gotin. Ev xwedî bîrdoziya kolekirina jinanin. Ji ber vê divê jin pêşengê vê têkoşînê bikin."
(rc)