‘Tenê jî bimînim ez ê dev ji têkoşîna xwe berndim'

09:34

JINHA

ŞIRNEX - Li Bajarokê Şirnexê Qesrikê leşkeran bi idaya ku birîndaran xwedî dikin avêt ser gelek malan lêgerîn pêk anîn. Şemse Kûltere ku nerazibûna xwe li hember vê yekê nîşan da wiha got:” Bi hêzek mezin bi ser me de hatin dixwazin me bitirsîn lê em ji wan natirsin û em ê li şehîdê xwe xwedî derbikevin."

Li bajarokê Şirnexê Qesrikê leşkeran avêt ser gelek malan û lêgerîn pêk anîn. Leşkerê ku bi îdaya ku birîndara xwedî dikin avêt ser mala rêvebirê MEYA-DER’ê Mehmet Kûlter, Hûseyîn Kûlter, Hevserokê DBP’ê Alî Aktaş, rêvebirê DBP’ê Asim Tuncer, Hasan Anuk û Badîn Tufan piştî lêgerînê van kesen ji bo îfadê kirin binçav, piştî ku ifadê xwe dan hatin berdan. Rêvebirê MEYA-DER a Cizîrê Mehmet Kûlter di derheqê bûyerê de axivî û diyar kir ku ji ber wan çend roj berê piştî otopsiyê cenazê şervanê HPG’ê Ferhat Dineklî ( Erdal Elî Çiya) aniye mala xwe loma avêtine ser mala wî. Mehmet da zanîn ku serê sibê saet 5'an de leşkeran avêtiya ser malan wan û bi idaya ku birîndar li mala wan hene lêgerîn pêk anîn ne.

‘Em ê her dem li şêhîdên xwe xwedî derbikevin’

Mehmet desnîşan kir ku leşker hêzek mezin ji bo serde girtinê anîbûn û ev tişt anî ziman:” Fermandarê alay a Şirnex hatibû tim hatibûn. Bi hêzek bi ser me de girtin ji bo ku çavê me bi tirsînin lê çav me jê natirse me ji îro de wan nasnekiriye em ji salê notî de wan nas dikin.” Mehmet got ku berî çend rojan cenazê şervanê HPG’ê Ferhat Dineklî piştî otopsiyê birine mala wî û ji wê dewletê zextê li ser kiriye û ev tiş anî ziman:” Em heya sexbin em ê li şehîdê xwe xwedî derbikevin û em ê li pey şopa wan bin û em heya dawi bi biryarin.”

‘Ez yek insan tenê jî bimînim ez ê têkoşîna xwe bidim’

Şemsê Kûlter jî got ku ji ber xwedî derketina cenazeyan, avêtin ser malan wan da ku caraka din li cenazan xwedî dernekevin lê ew dev ji cenazê xwe û dewa xwe bernadin û ev tişt anî ziman:” Li ser dinyayê tenê zarokek min heye, ez wî zarokî jî bikim feda ez natirsim. Ez ji vî miletê Qesrikê jî natirsim ez yek însan tenê jî bimînim ez ê têkoşîna xwe bidim."

(ma/rc)