Gelê Kerboranê li dijî êrîşan li ber xwe dide

09:40

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, piştî ku derketina derve duh hat qedexekirin, danê sibehê êrîşên dijwar destpê kirin. Gelê navçeyê li hemberî êrîşên hêzên dewleta Tirk li ber xwe dide.

Tîmên tevgera taybet û polîsên Tirk taxa Safa ya Kerboranê dorpêç kirin, ji ber ku ji wan nehat berxwedana gel bişikînin, ji dûr ve gule li derdorê reşandin. Li taxê, her wiha dengên teqînên dijwar jî tê. Ji berxwedêrên li pişt bendan, dengê dirûşme û tilîliyan tê. Ji ber gulereşandina ji aliyê tîmên taybet ve hat kirin, li maleke li taxê şewat derket.

Hînê jî dengê çekan û teqînê ji navçeyê tê.

(rc)