'Jiyana gund kilîda jiyana xwezayê ye'
11:15
JINHA
ŞIRNEX - Jinên Gundikê Melî ên ku dibêjin "Jiyana komîn me avakir û em ê bidomînin', ji darê Kizwanê sabûn, qehwe û kuliçe çêdikin. Jinên ku li dora agir qehwe kizwana kalandine, ji aliyek ve qehwa xwe veduxin ji aliyê din qala jiyana komînal dikin. Jinan da zanîn ku mêr li vî gundî bandora xwe wenda kiriye wiha dibêjin, "Gudikê Melî ji jinan tê pirsîn."
Jinên Gindikê Melî yê girêdayî Şirnexê ji jiyana modern dûrin, lê bi jiyana xwezayî re di nava ahangiyek de dijîn. Jinên ku her demsalek yê xwezayê cuda cuda digrin dest, berhemên xwe ji gihayên qontarê çiyê, sebze û fêkiyên çandine digrin. Medîne Yildiz yê 70'î salî ji darê kizwanê a ku li baxçeyê malê xwe çandiye, qehwe û kuliçe çêdike. Medîne da zanîn ku niha demsala çêkirina qehwê ye û wiha got, "Qehweyê kizwanan li herêmê me wek çandeke rûniştiye. Li hember enfeksiyonên girîbê ên sermê dermane."
'Gundikê Melî ji jinan tê pirsîn'
Li herêma Botanê jin qehwa kizwanê bi destê xwe çêdikin û dibin bazarê difroşin. Kizwanê ku ji bo gelek nexweşiyan dibe derman, hem enerjî dide hem jî dihêle damarê dil bi hêsanî bixebite. Medîne a ku di hewşa xaniyê xwede agir pêxistiye, qehwa çêdike û tevî jinan veduxe. Jinên gund dervî kizwanan di demsala havînê de, bi hevre diçin qontarê çiya û pincar berhevdikin. Piştî berhevkirinê ji bo zivistanê hişk dikin. Jinên gund anîn ziman ku li vî gundî bandora mêr tune ye û wiha dibêjin, "Gundikê Melî ji jinan tê pirsîn."
'Em jiyanê wekî ku tê xwestin dijîn'
Medîne wiha qala xweşikbûna jiyana gund kir: "Jiyanê bajarbûnê ji bo min wek zîndan e. Di nava betonan de jiyan name. Jiyana gund kilîda jiyana xwezayê ye. Baxçe û rezên me hene. Dema ku bêhna me tang dibe em berê xwe didin qontarê çiyê û giha berhevdikin. Ji gihayê ku berhevdikim derman çêdikim û bi vî awayî tenduristiya xwe diparêzim. Mirov li bajaran bi ziyan û wendahiyan re nexweş dikevin, lê em bi keda xwe di nava xwezayê de bi tenduristî dijîn. Ji ber ku em jiyanê wekî ku tê xwestin dijîn."
'Em ji kizwanan sabûnê çêdikin'
Medîne wiha behsa berhemên ku ji kizwanê çêdikin kir: "Min li baxçeyê mala xwe darê kizwanê çand. Berî ku berf bibare ez kizwanê xwe berhevdikim û li cihek didim siknandin. Piştre ser agir sor dikim û bi kevirê dikutim. Duvre em dixin merkane û qehwe bi vî aweyî amede dibe. Qehweyê kizwanan bi şîr û avê jî tê amede kirin. Enerjî dide mirov. Berê dema em diçûn zozanan me ji kizwanan kulîçe çêdikir, dema em bê hal ketibana me pariyek xwariba em hima ser xweve dihatin. Her wiha em ji kizwanê sabûnê jî çêdikin. Ez her dem bi sabûna kizwanê porê xwe dişom."
'Em pirsgirêkê xwe bi xwe çareser dikin'
Nesîbe Yildiz diyar kir ku li gund jiyanek xwezayî û komînal heye û wiha domand: "Em jinên gund her bi hevre sewalên xwe diçêrînin û pincaran berhevdikin. Hemû karê me bi hevre ye. Eger pirsgirêkek hebe cardin em hewldidin bi hevre çareser bikin. Yê herî xweş, bi kedê berhem dest xistine. Ev mirovan aram dike. Ji ber vê em ji jiyana gund û xwezayê gelek kêfxweşin."
(aı/rc)