Li Surê jinan 'qada mor' û YPJ-S avakir

12:21

JINHA

AMED - Li Surê hember êrîşan jinan bi berxwedana dîrokî nasnameyek nû di rûpelên dîrokê de vekir û hêza parastina cewherî avakir. Jinên YPJ-S li bajêr mînak ji navê YPJ'ê ên ku di berxwedana Kobanê de ji tevahî cîhanê re bûye mînak digre û bi vî awayî hêviyek nû ji bo jinan avadike. Hebûna 'Qadên mor' YPJ, flamarê KJK û bendên asayîşê yên YDG-K'ê yên li hember êrîşan û brandayên mor û penbe balê dikêşe.

Navçeya Surê yê Amedê bi cih û nasnameyê xwe yê dîrokî tê nasîn. Lê taybetmendiya Surê yê herî girîng, bi sedan sal li hember êrîşan bi parastina xwe yê cewherî cihê xwe di dîrokê de girtiye û tê nasîn. Dema hûn dikevin Surê, tê fêmkirin ku êrîşên hember Surê ne tenê bi Surê ve sînordare. Bi îlankirina 6. qedexeya derketina derve re em li 6 taxan geriyan û me bi gelê ku amedekariyê parastina cewherî dikin re hevdîtin kir.

Li qadên mor jin xwe bi komînalbûnê rêxistin dike

Di çeperên parstinê de yê herî zêde balê dikêşe qadên mor ên ku bi pêşengiya berxwedana jinên ciwan û dayîkan pêk hatiye. Jinên ku li hember sekvanan qadên xwe avakirine û navê wê kirine 'çeperê mor' di hilbijartina rengê mor de îhmal nekirine. Hebûna 'Qadên mor' YPJ, flamarê KJK û bendên asayîşê yên YDG-K'ê yên li hember êrîşan û brandayên mor û penbe balê dikêşe.

Jiyana komînal

Li taxan deriyê piraniya mal vekirîne û jiyana komînal bi bandore. Çay bi awayek hevpar tê dem kirin û li dora sobê tê vexarin. Di heman demê de xwarin jî bi hevre tê çêdikin. Li pişt çeperan jiyana hevpar û komînal tê dîtin.

YPJ-S hebûna xwe îlan jî kiriye

Jinan navê yekîneyên parastina cewherî kirine Yekîneyên Parastina Jin- Sur (YPJ-S). Dema ku me pirsî bandora nav ji berxwedana Kobanê girtiye gelo, bersiva me wiha hat dayîn, "Pêşenga berxwedana Kobanê YPJ'ê hêza parastina cewherî yê jinan bi tevahî cîhanê da nasîn. Me jî li Surê hêzê parastina cewherî yê jin avakir û ji navê YPJ'ê me mînak û îlham girt."

Berî çend roj YPJ-S avabûna xwe îlan kiriye û dê ji vir û pêde li hember dorpêç û kiryarên giran yên li ser Surê têkoşînê bidin. Dema me xwast em dîmenên û wêneyên hêza parastina cewherî û qadên mor bikêşin, me bi gotinên "Nekêşin li vir berxwedan heye, bila qadên me eşkere nebin" hişyar kirin.

(at-fk/rc)