Li Nisêbînê hejmara kesên hatine qetilkirin derket 6
12:24
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê ciwanê bi navê Bîlal Erdogan ku di dema êrîşan de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên hatine qetilkirin jî derket 6'an.
Li Navçeya Nisêbîna Mêrdînê di encama êrîşên 4 rojên dawiyê de jiyana xwe ji dest dane derket 6 kesan. Hate zanîn ku ciwanên bi navê Bîlal Erdogan ê di encama êrîşan de birîndar bûyî jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bîlal ku li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tê girtin, piştî karên otopsiyê, dê bibin memleketê wî Amedê defin bikin.
Heta niha 17 kes hatin qetilkirin
Li Nisêbînê heta niha 5 caran qetexeya derketina kolanan hate îlan kirin û di encama êrîşên pêk hatine de 17 kesan jiyana xwe ji dest da. Di dema êrîşên 4 rojên dawiyê de jî M. Emîn Înan, Cudî Teber, Fehîme Akti, Mahsum Akdogan, Hakan Dogan û Bilal Erdogan jiyana xwe ji dest dan.
(ekîb/rc)