'Parastina kujeran adeletê nayne vî welatî'
12:43
JINHA
ŞIRNEX - Dayikê Şemiyê di çalakiya xwe 361'mîn de aqubeta Mehmet Emin Pokûn ê ku di dewatê de hatî qetil kirin pirsîn. Dayikan got ku Mehmet Emin û kesê di dewatê de ji aliyê endamê JITEM û cerdevanan ve hatine qetil kirin tevî ku kujer diyarin jî nayên ceza kirin û ev yek demokrasiyê nayne vî weletî.
Dayikê Şemiyê ku her heftê bi armanca ku aqubeta wendahiyên xwe bi pirsin û bi daxwaza cezakirina failên xizmên xwe tên cem hev. Dayikê Şemiyê di hefteya 361’min de jî albuma wendahiyan vekir û wêneyên xizmên xwe rakirin. Dayikan vê heftê qurnefil danîn ser wêneyên wendahiyên xwe. Birayê Tahir Elçî Ahmed Elçî, malbatên kesên ku di dema dorpêça Cizîrê de de hatin qetil kirin jî tevlî çalakiyê bûn. Dayikê Şemiyê vê heftê aqubeta Mehmet Emin Pokun ê ku di sala 1997’de dema li dewatê tê qetil kirin pirsîn.
‘Cerdevan û hêzên JITEM’ê êrîş dibirin ser kesên ku birîndaran radikirin’
Li ser navê dayikan çîroka M. Emin Pokun ji alî rêvebirê MEYA-DER’ê Veysî Durgut ve xwendin. Veysî diyar kir ku Emîn tevî hevalê xwe Ahmet Yagarcık diçin dewatek yê taxa Cudî û wiha behsa bûyerê kir:” Dema dibe tarî JITEM û cerdevan gelek bombe davêjin nav kesên ku hatine dawetê û dengê bombeyan û qîrînê mirovan tevlî hev bibû û li hemû bajar dihat bihîstin. Gel dixwest birîndarê xwe bigihîne nexweşxanê lê cerdevan û endamên JITEM’ê gule li gel di reşandin û ji Tabûra Tankan jî gule direşandin gel. Ev gola xwînê wehşeta dewletê derdixe holê.” Veysî destnîşan kir ku tevî hemû serlêdanê wan jî bûyer nayê ronî kirin û ev tişt got:” Ev şermek mezin e ji dewetê re parastina kujeran edeletê nayne vî welatî.”
Piştî axftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.
(ma/rc)