Dayîkên Aştî: Dem hatî ku hemû gel rabe ser piya

14:13

JINHA

MÊRDÎN - Meclîsê Dayîkên Aştî ên ku bi armanca piştgiriya berxwedana Nisêbînê hatine navçê, "Eger wiha biçe Erdogan dê gelê Kurd yê ku kiryarên demê borî afudike nebîne pêşbirê xwe. Ji bo çareserî û pêşî qirtina qeyranên li welat azadiya Ocalan ferze."

Li hember dorpêç û qedexeyên ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê didome, nûnerên rêxistinên civakên sivîl, li Mala Şînê yê Taxa Firatê dest bi çalakiyê kir. Bi armanca piştgirî dayîna berxwedana Nisêbînê Meclîsên Dayîkên Aştî ên Wanê şevê din nobet dewir girt. Dayîkên Aştiyê piştî sersaxiyê malbatan kirin li mala şînê daxuyanî da çapemeniyê. Dayîkên ku li ser yazmên xwe ên spî kurdelenên reş girêdane, dirûşmeyên "Bijî berxwedana Nisêbînê", "Şehît namirin", "Bê serok jiyan nabe" hatin berz kirin.

Di daxuyaniyê de Dayîka Aştiyê Zekiye Kaya wiha axivî: "Tevahî cîhan dizane ku Erdogan û Davutoglu ji bo desthilatdariyê xwe gelê welat qetil dike. Em wek dayîk dewletê ku gelê bê guneh qetil dike lanet dikin."

'Ji vê qeyranê rizgarbûn bi azadiyê Ocalan ve girêdaye'

Zekiye destnîşan kir ku ji bo aştiyek bi rûmet pêk were divê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk were û wiha got: "Erdogan bi xwe jî êdî ketiye ferqa qeyrana ku li welat avakiriye. Ji bo ev rewş sererast bibe divê tecrîda li ser rêberê me bê rakirin. Eger wiha biçe Erdogan dê gelê Kurd yê ku kiryarên demê borî afudike li pêşbirê xwe nebîne. Emîne Erdogan dayîke lê wek dayîkek nêz nabe. Li hember komkujiya zarokan bêdengbûna hinekan, em matmayî temaşe dikin. Welat vedigere qada şer, tenê bi hestê nijadperestî nêzbûn, helwestek dervî mirovahiyê ye."

'Bila Tirkiyê rabe ser piya'

Duvre ji Dayîka Aştiyê Perîhan Altug wiha got, "Bi rojan ji bo pêşî li komkujî bê girtin me li van kolanan nobet girt. Em wek dayîk bedena xwe dikin mertal, lê yên dewletê bi rêvedibin û dibêjin 'gelê min' ciwanan qetil dikin, çawan bêdeng dibin? Bêy ku bibêjin jin, zarok, ciwan, pîr û kal 7 salî heya 70'î salî dibin hedefê dewletê û tên qetil kirin. Vê êşa rastî bibînin êdî. Erdogan dibêje 'pêvajo di sarincê de ye'. Êdî pêvajo ne tenê di sarincê de ye. Qasîdê Aştiyê Tahîr Elçî qetil kirin û quranên di mizgeftan de şewitandin. Dijminahiya bi Kurdan re her tişt bi vê dewletê da kirin. Ji bo dawî li polîtîkayê komkujiyê bê û dewletê ku êdî çavê wî nabîne rabe divê tevahî gelê Tirkiyê rabe ser piyan."

(rc)