Li Êlihê parlementeran dest bi çalakiya runiştinê kirin
14:31
JINHA
ÊLİH - Piştî ku li Êlihê polîsan mudaxeleyî meşa welatiyan kirin partomenterên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Mehmet Ali Aslan ser Cadeya Amedê dest bi çalakiya runiştinê kirin.
Li Êlihê piştî ku polîsan mudaxeleyî meşa gel a ku di navê de partomenterên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Mehmet Ali Aslan, nûnerên DBP û HDP'ê jî di navê de heyî kirin ser Cadeya Amedê parlementeran dest bi çalakiya runiştinê kirin. Dema ku welatî li hember qedexeya derketina kolanan derketin ser cadê û ber bi Parka Ataturk ve meşiyan rastî mudaxeleya polîsan a bi gaza îsotan û ava şid hatin. Di mudaxeleyê de gelek welatî hatin darb kirin û Hevserokê navenda DBP'a Êlihê Mehmet Candemir jî dinavê de 4 welatî girtin binçavan. Piştî mudaxeleyê partomenterên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Mehmet Ali Aslan ser Cadeya Amedê li ber wesayîtên zirxî dest bi çalakiya runiştinê kirin. Parlementeran diyar kirin ku heya desturê nedin meş û daxuyaniya wan û yên girtine binçavan serberst bernedin dê çalakiya xwe ya runiştinê berdewam bikin.
(zt)