KJAR derbarê biryarê recimkirina jina Gîlanî daxuyanî da

15:06

JINHA

ROJHILAT - Komalên Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîş, zagon û biryarê sengsar (recim kirin) ji jinek yê herêma Gîlanî re û binpêkirina mafê jinan de daxuyaniyek da çapemenî û raya giştî. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Îran hewldide bi zagonên binpêkirina mafê jin welat rêvebibe. Her ku tekoşîna azadiya jinê û lêgerîna li mafê mirovan zêdetir dibe, li aliyê din jî hovîtiya dewlet û mêr a li hember jinê jî sînoran nas nake. Pêkanîna hemû hovîtiyan a li ser jinê rewa têne dîtin û bi van pêkanînan re sucê mirovahiyê tê kirin."

Komalên Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) derbarê êrîş, zagon û biryarê sengsar kirina jinek yê herêma Gîlanî, daxuyaniyek da raya giştî û çapemeniyê. Di daxuyaniya KJAR'ê de wiha hat gotin, "Her ku tekoşîna azadiya jinê û lêgerîna li mafê mirovan zêdetir dibe, li aliyê din jî hovîtiya dewlet û mêr a li hember jinê jî sînoran nas nake. Pêkanîna hemû hovîtiyan a li ser jinê rewa têne dîtin û bi van pêkanînan re sucê mirovahiyê tê kirin. Siyaseta qirkirina jinê ku yek ji sucê mirovahiyê ye jî di asta herî jor de birêve diçe. Hîna jî ji ber zîhniyeta zayendîperes jin çavkaniya hemû xirabiyan tê dîtin û tê mehkum kirin. Şêweyên cezakirinê yên dewletan mêrsalarin û li ser esasê dijminahiya jinê ye. Li her buyerekî de her timî jin tê sûçbarkirin û bi cezakirinê re îmze diavêjin bin hovîtiyeke din."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Îranê dixwaze bi zagonên cahîliyane civakê rêvebibe û wiha domand: "Îran hîna jî hewl dide bi qanunên dema cahîliyê civaka Îranê birêve bibe. Ew hovîtiya di dema cahîliyê de li hember jinan birêve diçû ku zarokên keç bi saxî dihatin bin ax kirin û Hz. Mihemed dawî li vê kevneşopiya derveyî mirovahiyê anî. Lê dewleta Îranê hîna jî dixwaze civakê li gorê paşverotiya wê demê birêve bibe. Cezayê sengsarê (recim kirin) ku kevneşopeke kevne di Rojhilata Navîn de îro di encama têkoşîna azadiya jinê û rojevkirina mafê mirovan de kêm bibe jî lê, hîna jî li gelek welatên herêmê veşartî yan jî vekirî tê pêkanîn. Di serî van welatan de jî Afganîstan û Îran tê. Ev hovîtiya sengsarê bi awayeke komî têkirin. Di dema Hz. Îsa de civak dixwaze jinekî kevir bikin Hz. Îsa dibêje ‘bila destpêkê keseke qet guneh nekiriye kevir biavêje’ kes dernakeve ji ber ti keseke mutleq paqij û bêguneh tinebu. Hz. Îsa bi vî awayî di civaka Xirîstiyanan de dawî li vê çandê tîne. Herçend li Tewratê de jî hebe lê îro tê dîtin ku êdî asteke zanistiya civakê pêşdikeve û ti kes ev pêkanînên derveyî mirovahiyê yên dema cahiliyê qebul nake. Lê, li welatên weke Îran û Afganîstanê ku ol li ser esasê dijmina jinê bikartînin û ji cewherê derdixin de hîna jî sengsar û darvekirin heye. Car eşkere car jî sergirtî tê kirin."

KJAR'ê da zanîn ku li beramberî têkoşîna ku li tevahî cîhanê tê meşandin jî hîna sengsar di zagonan de derbasdare û wiha hat gotin: "Di asta cîhanî de têkoşîneke li dijî sengsarê pêşketibe û ev ceza ji hinek deman re hatibin taloqkirin jî lê bi temamî ji zangonên bingehîn ne hatiye derxistin. Îro em dibînin ku di demeke nêz de li Afganîstanê Ferxunde û keça ciwan Rexşane hatin sengsarkirin û îro jî dewleta Îranê cezayê sengsarê daye jineke Gîlanî. Hovîtî û dijminiya dewleta Îranê ya li hember jinê ti sînor nas nake. Di qirkirina jinê de di nava pêşbaziyekî de ye û hemû mafê mirovan binpê dike."

KJAR'ê anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe li hember van kiryaran bilind bikin û wiha got, "Em weke tevgereke ji bo azadiya jin û tevahî civakê têdikoşin bi ti awayî cezayên sengsar û darvekirinê qebul nakin û li dijîne. Divê civak bixwe di derbarê xwede biryar bigirin û zagonên xwe diyar bikin. Zagonên ku bi destê mirov hatine diyar kirin, ne emreke xwedayîne, dikarin werin guhertin jî. Ji ber civak bi van zagonan têne birêvebirin ji lewma divê civak bixwe bibe mafê biryar girtinê di derbarê xwede. Eger baweriya civakê bi wê zagonê nebe û ti fikreke xwe di derbarê zagonan de nebe ti rewabûnek xwe jî tineye. Divê civak wan qanunan qebul nekin û rîayet nekin. Dewleteke her roj fihuşê pêş dixe û çanda sîxe di nava civakê de berbelav dike, nikare behsa exlaq bike û di derbarê exlaqê jinê de mafê axaftinê be. Di aliyekî de bê exlaqiyê kur dike, di aliyê din de jî jinan dibin navê ku bê exlaqî kirine de mehkumê mirineke bêrehm û hovane dike. Ev paradoksek e. Di vir de armanc ne cezakirina bê exlaqiye armanc şikandina îrade û fikrê jinê ye. Ji bo jin li dijî zagonan bêrehm yên mêrsalar dernekevin û desthilatiya wan nexin ber lêpirsîne êrişa şikandina îradeya jinê ye. Ti ferqek di navbera rejîma îslamî ya Îranê û Talîban her wiha DAIŞ de nîne. Ew jî hovîtiyê dike ew jî hovîtiyê dike. Cewherê hovîtiyê yek e, herçend di şikil de kêmek cudahî hebin jî!"

KJAR, diyar kir ku di hilbijartina ku pêk were de divê jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bersivek bi hêzbidin û zagonên dijî jin biguherin û wiha domand: "Weke jinên Kurd herçend me têkoşîneke berfireh li dijî hovîtîya sengsar û darvekirinê meşandibe jî lê, ji ber ev têkoşîn her timî nabe û zexteke cidî li ser van dewletan çênake her roj jin dibin qurbanê vê zêhniyeta kujer û bêrehm a nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtiye. Ji lewma ev cezayên sengsar û darvekirinê ku di nava van du salan de dîsa li Afganîstan û Îranê geş dibe, nîşaneya metirsiyeke cidî ya li ser jinê ye. Bi êrişên DAIŞ’ê yên ser herêmê re dijminiya li hember jinê jî kurtir buye, tund û tujiya li hember jinê kurtir kiriye, adeta kiriye parçeyeke jiyanê. Ji bo em ji vê hovîtiyê re bêjin êdî bes e, divê têkoşîneke di asta navnetewî de bidin meşadin. Ev jî ancax bi têkoşîneke hevbeş a jinan pêk were. Bi taybet jinên Kurd divê pêşengiya vê bikin li her derê zext bixin li ser welatên ku van cezayan pêk tînin da ku ji qanunên wan sengsar û darvekirin rabe. Bi taybet jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku Îran ber bi hilbijartinên parlementoyê ve diçe de divê têkoşîneke dijwar bidin û zexteke cidî bixin ser Îranê ku yasaya sengsar û darvekirinê rakin. Di şexsê her jineke tê sengsar kirin de rumet, kesayet û îradeya me jinan tev tê sengsarkirin û tê darvekirin. Ji lewma em jin li Îran û Rojhilat eger bibin yek deng dikarin muxalefeteke cidî li Îranê çêbikin û guhertin di zagonên de avabikin."

Di dawiyê de KJAR wiha got: "Ji bo sekinandina cezayê sengsarê ya jina Gîlanî em bang li tevahî jinên Kurd û Îranî dikin ku li dijî derkevin û vêya bikin sedema têkoşîneke dijwar li hember zagonên mêrsalarî. Em weke KJAR amadene ji her cure têkoşîneke li dijî yasayên mêrsalar û dijî jinin. Ji bo vê, dawî li çand û her wiha yasayên sengsar û darvekirinê anîn yek ji erkeke me ya exlaqî û însaniye."

(rc)