Sarya Ozgur ser gora xwe hat bîranîn

15:29

JINHA

DÊRSIM - Şervana MLKP'ê Sibel Bulut (Sarya Ozgur) a ku li Kobanê di êrîşên çeteyên DAİŞ'ê de jiyana xwe jidestdayî ser gora xwe hat bîranîn.

Şervana Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Sîbel Bulut (Sarya Ozgur/Eylem Denîz) li ser gora xwe ya li Dêrsimê hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de malbata Sarya, hevalên wê Hevşaredara Periyê Fadime Çetinkaya, rêveberên HDP, DBP, ESP, Partizan û Federesyona Ciwanên Sosyalist jî amadebûn. Di merasîma posterê Sarya hatî hildan de diruşmên weke "Şehîdên şoreşê bêmirinin' hatin bilind kirin.

Di merasîmê de ser gora Sariya mum hatin danîn û lokm hatin belavkirin. Nameya Sarya ya dawiyê hat xwendin.

(zt)