MEYA-DER a Colemêrgê kongreya xwe lidarxist
15:43
JINHA
COLEMÊRG - MEYA-DER a Colemêrgê konlgreya xwe lidarxist.
MEYA-DER a Colemêrgê bi kongreya xwe ya 2'emin lidarxist. Kongre li çand û hunera a Feqiyê Teyran pêk hat. Di kongreyê da alên PKK'ê û wêneyên Zilan hatin daliqandin. Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yildiz û Hevserokên HDP'ê Emine Armut û Metin Besi, Hevserokên MEYA-DER'ê Şukran Karaman û Bedirxan Koç tevli jî beşdarî kongrê bûn. Kongre deqeyek rêzgirtinê despêkir. Piştî nirxandina xebatên hatîne meşandin û pîlansaziya dema nû rêveberên nû jî hatin hilbijartin.
Ji bo hevserokatiyê Bedirxan Koç û Makbule Engin hatin hilbijartin. Ji bo rêveberiyê jî; Yakup Tekçe, Selim Kaya, Meryem Ozcan, Bahar Taş, Heci Acar, Hediye Karaboga, Nebi Erdal, Şirin Oztunç, Mehmet Burak, Sidika Kaya, Ercan İdem, Emin Tan hatin hilbijartin.
(zyd/zt)