Hevserokên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hat hilbijartin
15:58
Kanûn
12
/ 2015
JINHA
DÊRIK -Heysem Menai û Îlham Ehmed wek hevserokên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hatin hilbijartin.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk di civîna xwe ya îro de ya ku 42 endamên wê tê de amade bûn; Desteya Rêveber, Komîteyên Meclîsê û Hevserokatiya Meclîsê hilbijart. Civîn li Salona Sendîkaya Karkeran a bajarokê Rimêlan hate lidarxistin. Li gor agahiyan, Sekreterê Giştî yê Şepêla Genim (Teyal El-Qemih) Heysem Menai û Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Îlham Ehmed wek Hevserokên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hatin hilbijartin.
Civîn ji dezgehên çepemeniyê re girtî didome.
(rc)