Desteya Mafên Mirovan ji bo Til Temirê banga alîkariyê kir
16:03
JINHA
TIL TEMIR - Desteya Mafên Mirovan, li Til Temirê cihên êrîş lê hatin kirin, ziyaret kir.
Li Til Temirê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên piştî êrîşên bombeyî yên bi sê qemyonan ji aliyê çeteyan ve hat kirin, dewam dikin. Li dû serdana Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsûf û heyeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, îro jî heyetek ji Desteya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê, Til Temir ziyaret kir. Alîkara Serokê Desteya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Velîde Hesen diyar kir, ku di Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de li Til Temirê êrîşeke hovane hatiye kirin û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar kir. Velîde Hesen bang li hêzên navneteweyî jî kir ku alîkariyê bi Til Temirê re bikin.
Velîde Hesen da xuyakirin, ku çeteyên dijminê mirovahiyê yên ku li pêşberî hêzên YPG û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têk çûne, komkujiyeke bi vî rengî li hemberî sivîlan kirine û got, "Girîng e hêzên navneteweyî bên û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê li cih bibînin." Velîde ragihand ku êrîşên li Til Temirê li dijî gelê sivîl hatine kirin û got, "Di Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de çeteyên DAIŞ'ê li Til Temirê komkujiyek li sivîlan kirin. Bi vê êrîşê re çeteyên weke DAIŞ'ê nîşan didin ku çiqasî li dijî maf û nirxên mirovan e. Li dû pêngavên serketî yên YPG û HSD'ê yên li Hesekê û Holê, çeteyên DAIŞ'ê derbeke giran xwarin. Piştî vê têkçûnê, bi êrîşeke ewçend nemerdî re êrîşî sivîlan kirin. Piraniya mirovên hatine qetilkirin jin û zarok in. Weke Desteya Mafên Mirovan em êrîşan şermezar dikin. Em bang li derdorên mafên mirovan dikin ku hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê bibînin."
(rc)