Di 4 mehan de li 7 bajaran 52 car qedexeya derketina kolanan
16:16
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên TÎHV'ê di 4 mehan de li 7 bajaran 52 caran qedexeya derktina kolanan hatiye îlankirin.
Li gorî daneyên Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) ê ji 16'ê Tebaxa sala 2016'an heya 11'ê kanûna sala 2015'an li 7 bajarên 1,3 miliyon mirov lê jiyan dikin û 17 naçeyan 52 caran bê navber tevahiya rojê qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin. Ji qedexeyên derketina kolanan a herî dirêj 14 roj berdewam kiriye.
Li gorî daneyên TİHV'ê wihaye;
Li heşt navçeyên Amedê bi giştî 31 caran hatiye îlan kirin.
Lice - Heft car (26 hezar û 427 kes dijîn)
Farqîn - Şeş car (86 hezar û 663 kes dijîn)
Sur - Şeş car (121 hezar û 75 kes dijîn)
Bismil - Şeş car (112 hezar û 461 kes dijîn)
Hani - Şeş car (32 hezar û 413 kes dijîn)
Yenişehir - Yek car (206 hezar û 534 kes dijîn)
Pîran - Yek car (40 hezar û 33 kes dijîn)
Hazro - Yek car (17 hezar û 54 kes dijîn)
Li sê navçeyên Mêrdînê bi giştî neh caran qedexeya derketina kolanan îlan kirine.
Nisêbîn - Pênc car (116 hezar û 68 kes dijîn)
Kerboran - Du car (28 hezar 601 kes dijîn)
Dêrik - Du car (61 hezar û 32 kes dijîn)
Li du navçeyên Şirnexê pênc caran qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin.
Yek ji navçeyên herî zêde ji qedexeya derketina kolanan bandor bûyî Cizîre.
Cizîr - Çar car (132 hezar û 857 kes dijîn)
Silopî - Yek car (121 hezar û 11 kes dijîn)
Li navçeya Gevera Colemêrgê bi giştî çar caran qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin (Bi giştî 117 hezar û 44 kes dihîn)
Li navçeya Gimgima Mûşê (32 hezar û 378 kes dijîn), li naveçya Sasona Êlihê (30 kes û 646 kes dijîn) û li navçeya Aricak a Xerpêtê (15 hezar û 306 kes dijîn) her yek yek caran qedexeya derketina kolanan hatine îlan kirin.
Nîşeyek wiha kete TÎHV'ê; ev rêje li gorî qeyîmeqamiyan bi fermî qedexeya derketina kolanan îlan kirine.
(zt)