Di bombabaranên TSK yê de 2 welatiyan jiyana xwe jidest dan

16:33

JINHA

ŞIRNEX - Ji salvegera qirkirina Roboski re çend roj mane li gundê Andaç ê navçeya Qilabana Şirnexê 2 welatiyan di bobebarana balefirên TSK yê de jiyana xwe jidest dane.

Li bejahiya gundê Andaç ê navçeya Qilabana Şirnexê du welatiyên binavê Hurşît Olmek û Mecit Olmez di bombabarana balefirên TSK yê de jiyana xwe jidest dan. Dema ku agahiya qetilkirina her du welatiyan hat parlementerên HDP'ê Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu ber bi cihê bûyerê ve derkebin rê. Welatiyên herêmê jî ber bi cihê bûyerê ve diçin. Qetilkirina 2 welatiyan qirkirina Roboskiya 28'ê Kanûna sala 2011'an ku têde 34 welatiyan bi bombebarana balefirên TSK yê jiyan jiyana xwe jidest dayî tîne hişê mirovan.

Li aliyê dinê di daxuyaniya HPG BÎM de jî hat diyar kirin ku du welatiyan jiyana xwe jidest dane.

(zt)