Li Dîlokê du xûşk hat qetil kirin

16:58

JINHA

DÎLOK - Li Dîlokê du xûşk di nava kolanê de ji aliyê mêrek ve hatin qetil kirin. Hat zanîn ku kujer birayê her du xûşkane.

Piştî agahiyên sibê ên ji Qarsê ku jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hatî qetil kirin, vê carê li Dîlokê du xûşk hatin qetil kirin. Li Taxê Kolejtepe du jinên ku li kolanê dimeşiyan rastî êrîşê hatin. Di êrîşa ku bi wesayîtê ve gule hatî reşandin de herdu jin li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê herdu jin ên ku hatin zanîn xûşkê hevin rakirin Moraga Tipa Edlî ya Zanîngeha Dîlokê.

Kujerê ku xwest ji cihê bûyerê bireve hat binçav kirin. Hat zanîn ku kujer birayê herdu jinên ku hatine qetil kirine.

(rc)