Li Qilabanê welatiyên ji bo girtian cenazeyan çun hatin asteng kirin
17:50
JINHA
ŞIRNEX - Bi sedan welatiyên ku xwestin cezaneyên 2 welatiyên di encama bombebarana balafirên tirk de jiyana xwe ji dest dayîn wergirin ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.
Li navçeya Qileban a Şirnexê şevê din welatiyên ji gundê Şîfrezan Hûrşît Olmez û Macît Olmez di encama bombebarana balafirên tirk de li Qadên Parastina Medya jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan welatiyên ku pê hesiyan Hûrşît û Macît Olmez jiyana xwe ji dest dane ji bo cenazeyan wergirin berê xwe dan herêma Nizorê. Bi sedan welatî li nêzî herêma Xabûrê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Leşkerên ku bi wesayîtên zirxî rê girtin destûr nedan ku welatî biçin herêmê û cenazeyan bistînin.
Li aliyê dinê hat zanîn ku 6 welatiyan di bombebaranê de jiyana xwe jidest dane, 4 ji wan welatiyên Îraqê ne.
(zt)