Di rojekê de 4 jin hatin qetilkirin; Fail bira, kur û hevjîn
18:02
JINHA
ANTALYA - Li Konyaalti Zahide Genç ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin. Li gel Zahide îro 4 jin ji aliyê hevjîn, bira û kurê xwe ve hatin qetilkirin.
Li navçeya Konyaalti ya antalyayê Zahide Genç a 60 salî ji aliyê kurê xwe Batuhan Genç ve hat qetilkirin. Zahide ya ku li Siteya Gokay a Taxa Arapsuyu yê jiyandikir kurê wê tiştek li serê wê xisti û qetilkir. Dema ku Zahide bi bmbulansê rakirin nexweşxanê di rê de jiyana xwe jidest da. Ji bo otopsiyê cenazê zahide rakirin Morga Saziya Tiba Edliya Antalyayê.
Piştî qetilkirina Zahide qatîl Batuhan Genç dema dibeziya dê xwe bavêje avê hat binçav kirin.
Îro li navçeya Sarikamiş a Qersê jî Zubeyde Alkan ji ber ku xwest bê berdan ji aliyê hevserê xwe Mehmet Alkan ve li gel ku giliyê 'dê min bikuje' jî kir lê nehat parastin û hat qetilkirin.
Li Dîlokê jî du xûşkên hev ên nasnameya wan hîna nehatiye dirakirin ji aliyê birayê xwe ve di nava kolanê de bi guleyan hatin qetilkirin.
(zt)