Cenazeyê 2 welatiyên li Sînor hatin qetikirin bi zorê hatin girtin

08:45

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyên 2 gundiyên ku di encama êrîşên balefirên artêşa tirk li Herêmên Parastina Medya de hatin qetilkirin, bi saetan şûn ve hatin wergirtin. Gelê Qilabanê jî ji bo cenazeyan herikî ber nexweşxaneyê.

Balefirên şer ên artêşa tirk duh bi şev heya saetên sibê Herêmên Parastina Medya bombebaran kiribûn û di encama bombebaranê de 2 gundiyên bi navê Hurşît Olmez û Macît Olmez ên bazirganiya sînor dikin û li herêmê mêvan bûn, jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo cenazeyan wergirin, bi sedan gundî di nav rojê de çûbûn herêma Nîzorê ya li ser sînor û di heman demê de ji gundên derdor gelek welatî jî li herêma Xabûr kom bibûn. Girseya ku bi saetan rastî astengiya leşkeran hat, di encama hewldanên mezin de cenaze wergirtin. Cenaze, bi karwaneke wesayîtan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê. Dema ku cenaze anîn nexweşxaneyê, bi sedan welatî jî herikîn ber derê nexweşxaneyê.

Gel li ber nexweşxaneyê disekine û hate zanîn ku dê piştî karên otopsiyê cenaze bişînin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

(zt)